Li herêma Cizîrê heta hefteyekê qedexeya giştî hat ragihandin

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê qedexeya derketina derve ya giştî li herêmê heta 7 rojan ragihand. Her wiha banga pêkanîna tedbîrên xweparastinê li şêniyan kir.

Li herêma Cizîrê heta hefteyekê qedexeya giştî hat ragihandin
23 îlon, 2021   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê piştî ku duh civîna xwe li dar xist, îro biryara qedexeya giştî li herêma Cizîrê ragihand.

Naveroka biryara ku Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, wiha ye: "Ji ber belavbûna pêla çaremîn a vîrusa Koronayê û zêdebûna hejmara pêketiyan û kesên jiyana xwe ji dest didin. Her wiha ji bo parastina ewlehiya giştî û dûrxistina xeteriya vê pandemiyê li ser gelê me û pêşîlêgirtina wê, Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê di civîna xwe ya di 9/22/2021'an hatibû lidarxistin de ev biryar dan:

1-Qedexeya derketina derve bi tevahî li herêma Cizîrê heta 7 rojan tê ferzkiri. Qedexe ji sibeha şemiyê 25/9/2021'an ve dest pê dike û heta roja înê 10/1/2021'an dewam dike. Li gorî wê:

-Girtina hemû rêyên giştî, bazar, firoşgehên pîşesaziyê, cihên olî, dibistan, zanîngeh, peymangeh, baxçeyên zarokan, xwaringeh, qehwexane û klînîkên tenduristî û çalakiyên werzîşê tên sekinandin.

-Tevgera di navbera bajar û gundan de qedexe ye.

-Cihên ku biryara qedexeyê nagire nava xwe (Rêxistinên alîkariyan- sehrîcên avê - sotemenî - wesayîyetên veguhestina sebze û dermanan, dezgehên çapemeniyê ).

-Cotkarên ku xwedî projeyên çandiniyê ne li gorî mîsyonên fermî yên girêdayî komîteyên çandiniyê.

-Nexweşxaneyên taybet, bi şertê ku ew tenê rewşên awarte pêşwazî bikin, dermanxane ew jî li gorî lîsteya nûbedariyê yên ku ji hêla Yekîtiya Dermansazan ve hatî birêxistinkirin.

-Firoşgehên xwarin, sebze û goşt tenê di taxan de, divê ji saet 06:00`ê sibê heya 06:00`ê êvarê werin vekirin.

-Sûka hal, divê ji saet 10:00`ê êvarê heya saet 10:00'ê sibê vekirî be.

-Firin, aş û yên nan tînin.

-Xebatê hemû saziyên Rêveberiya Xweser têne sekinandin, ji bilî:

  1.  Şaredarî (beşên paqijiyê - av - projeyên qîrkirinê, pêkanîna hemleyên paqijî û deznfektekirinê).
  2. Aborî: (firine- aş - çandinî - zemhîr).
  3. Tîmên kehrebeyê yên awarte.
  4. Deîreya sotemeniyê.
  5. Nivîsgehên rêxistin û kampan li gorî lîsteyên nobetdariyê tên diyarkirin.
  6. Desteya Tenduristiyê, hemû xebatkarên nexweşxaneyan û tîmên rewşên awarte.

  -Hêzên Asayîşê tedbîrên qedexeya derketina derve digirin.

-Lixwegirtina maskeyan li ser hemû xebatkar û kesên ku ji qedexeyê hatine derxistin, tê ferzkirin, yên pêk neynin dê rastî cezayên pereyan werin.

Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo parastina ewlehiya gel pabendî tedbîrên qedexeya derketinê bibin da ku ewlehiya giştî biparêzin.

(dx)