‎‛Divê têkoşîna ji bo serketina hemleya "Dem dema azadiyê ye" were bilindkirin’

Endamên rêxistinên jinan, di çarçoveya hemleya "Dem dema azdiyê ye" ya bi armanca azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan de ye bang kir ku têkoşîneke mezin û hevgirtî pêk bînin. ‎

‎‛Divê têkoşîna ji bo serketina hemleya "Dem dema azadiyê ye" were bilindkirin’
23 îlon, 2021   07:06
KOBANÊ- ÇEKDAR EBAS

Hemleya "Dem dema azadiyê ye" dikeve sala xwe ya duyemîn, ku ji aliyê Konseya Rêveber a KCK’ê ve di 12’yê Îlona 2020’an hate destpêkirin gelek encamên erênî hem di nava gelê Kurd hem jî li cîhanê de pêk anîn. Armanca hemleyê tecrîda li dijî rêber Ocalan were şikandin û bi fîzîkî were azadkirin. ‎

Gel li her deverê bi lidarxistina çalakiyan li tevahî Kurdistanê piştgiriya hemleyê kir, siyasetên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan red û şermezar kirin.

Dewleta Tirk a faşîst li dijî rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê siyaseteke qirêj û  der‎qanûnî dimeşîne. Dewleta Tirk nahêle parêzer û malbata rêber Ocalan pê re bicivin. Hevdîtina herî dawî bi rêber Ocalan re di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû, lê têkiliya dawî ya ‎bi rêber Abdullah Ocalan re di 25'ê Adara 2021'an de bû. Ew jî axaftina birayê Ocalan, Mihemed Ocalan bi rêya telefonê ya bi dema 5 deqeyan bû. ‎

‎'JI BO PIŞTGIRIYA HEMLEYÊ BANGA XURTKIRINA ÇALAKIYAN HATE KIRIN '

‎

Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li dijî Tundiya Li ser Jinan a herêma Firatê, Qudret ‎Osman têkildarî hemleyê got: "Armanca hemleyê şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah ‎Ocalan e. Hemle li çar parçayên Kurdistanê û li hin welatên Ewropayê bi bandoreke xurt ‎dest pê kir.‎

Qudret Osman wiha lê zêde kir: "Armanca rêber Abdullah Ocalan ew e ku Kurd maf û nasnameya ‎xwe bi dest bixin û dengê xwe bigihînin cîhanê". ‎

Qudret Osman bang li hemû gelên ku baweriya wan bi ‎projeya demokratîk a ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye  pêşkêşkirin heye, kir ku ‎çalakiyan xurt bikin û xwepêşandanan bi rêxistin bikin, ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî YA li ‎ser rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan. ‎

‎CÎHANÊ HEMLE BI COŞ PÊŞWAZ KIR

Di heman çarçoveyê de, endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê, Sedîqe Xilo ‎wiha got: "Salek di ser hemleya "Dem dema azadiyê ye" re derbas bû ku li çar parçayên ‎Kurdistanê û li gelek welatên cîhanê bi coşeke mezin hat pêşwazkirin." ‎

Sadîqe Xilo piştrast kir ku piştevaniya hemleyê bi awayekî girseyî hat kirin. Armanca hemleyê pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e. Sedîqe Xilo soza berdewama xebatên hemleyê heta pêkanîna armancên xwe dûbare kir. ‎

(dx)

ANHA