Hevserokê Meclisa Girê Spî: Em pişta xwe didin gel û hêza xwe

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî, Hemîd El-Ebid da zanîn ku Koalisyona Navnetewî û Rûsyaya garantor berpirsên berdewama sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Hevserokê Meclisa Girê Spî: Em pişta xwe didin gel û hêza xwe
23 îlon, 2021   07:08
EYN ÎSA- DÎCLE EHMED

Hemîd El-Ebid bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Girê Spî, ku ji hêla malperên medya sanal ve jî hatin belavkirin û got armanc ji van sûcan ew e ku herêmê ji şêniyên resen vala bikin û wan koçber bikin û malbatên çeteyan li cihê wan bi cih bikin.

El-Ebid destnîşan kir ku ew wekî meclisa kantonê û Rêveberiya Xweser li kêleka şêniyên Girê Spî û Silûk ên ku dem bi dem ji bo derketina çeteyan serî hildidin, disekinin.

El-Ebid her wiha Rûsya û hikumeta Şamê ji sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk anîne berpirsyar dîtin, ji ber ku ew wekî garantor derbasî herêmê bûn.

El-Ebid ev tişt got: "Em pişta xwe didin gelê xwe yê berxwedêr û hêzên xwe, em pişta xwe nadin hikumet, Meclisa Ewlehiyê û civaka navneteweyî yên ku çavê xwe ji tiştên ku Erdogan li ser axa me dike digirin."

El-Ebid peyamek ji bo Koalisyona Navneteweyî şand û got: "Yên ku bi hezaran şehîd dan da ku tevahî cîhan ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bike, ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bîr nekin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/246ub49WSLs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>