Rojnameyên erebî: Nakokiyên eşîrtî li Iraqê bandoreke neyînî li hibijartinan dikin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Lîbya, hibijartinên Iraqê û rewşa Mexribê kir.

Rojnameyên erebî: Nakokiyên eşîrtî li Iraqê bandoreke neyînî li hibijartinan dikin
23 îlon, 2021   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-DEBÎBE BANGA XWEPÊŞANDANAN DIKE..XELÎFE HEFTER JÎ ÎSTIFA KİR

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî kar û barên Lîbya wiha nivîsî: “Serokê hikumeta yekitiya nîştimanî ya Lîbyayê Ebdulhemdî El-Debîbe bang li alîgirên xwe kir ku îna bê li meydana Şehîdan a li Terablusê ji bo piştgiriya wî xwepêşandanan li dar bixin. Bangawaziya El-Debîbe piştî biryara Meclisa Parlamantoyê ya vekişandina baweriyê ji hikumeta wî, pêk hat.

El-Debîbe êvara sêşemê got, xistina wî ji kar nayê qebûlkirin û soz da ku heta hilbijartin pêk neyên, ew ê dev ji peywira xwe bernede.

Li aliyekî din, serokê Meclisa Parlamantoyê Eqîle Salih got, “Hemû biryarên hikumeta hundirîn wê dewam bikin, lê belê mafê wê nîne ku lihevkrinên derve bi tu dewletê re pêk bîne.”

Şandeya NY`yî jî biryar red kir û got ku dê heta avakirina hikumeteke din bi rêya hilbijartinan, dê hikumeta El-Debîbe hikumeteke “rewa” bimîne.

Li aliyê din jî fermandarê giştî yê artêşa nîştimanî Xelîfe Hefter ji peywira xwe îstifa kir û serokê erkanê Ebid Rezaq El-Nazorî heta dema hilbijartinan (24`ê Kanûnê) li şûna xwe erkdar kir.

Çavdêr dibînin ku bi vê gavê Hefter xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê amade dike.”

PARTIYÊN SIYASÎ NAKOKIYÊN EŞÎRTÎ DI HILBIJARTINÊN IRAQÊ DE BI KAR TÎNIN

Rojnameya El-Ereb jî behsa hibijartinên Iraqê kir û wiha nivîsî: “Derdorên ewlehî, qanûnî û partiyên siyasî li ser wê yekê li hev dikin ku eşîrên Iraqê dê karibin bandorê li hibijartinên parlamantoyê bikin.

 

Ew derdor dibêjin ku nakokiyên eşîrtî ne tenê gefê li civaka Iraqê dixwin, lê belê dikarin bandorê li geşedanên siyasî û partiyatî jî bikin. Piraniya mîlîsan bi eşîran re koordîne dikin da ku serweriya xwe li bajar û gundan ferz bikin, nexasim di dema hilbijartinên parlamantoyê de ku tê payîn 10`ê Cotmeha bê de werin lidarxistin.

LI MEXRIBÊ LI SER AVAKIRINA HIKUMETA HEVBENDÎ HATE LIHEVKIRIN

Rojnameya El-Beyan jî di kar û barên Mexribê de wiha nivîsî: “Serokê erkdarkirî yê hikumeta Mexribê Ezîz Exnûş duh ragihand ku partiya wî bi du partiyên din ên di hilbijartinên qanûnsaz de bi ser ketine, li ser avakirina hikumeteke hevbendî li hev kiriye. Di nava hikumetê de ji bilî Partiya Exnûş a Lîberal, dê Partiya Esale, Partiya El-Muasîre a Lîberal û Partiya Serxwebûnê jî hebin.”

(cx)