Aloziya aborî li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de kûrtir dibe

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de bi tunebûna sotemenî û xwarinê re her ku diçe alozî kurtir dibe. Zehmetiyên ku di zivistana borî kişandine hîna di bîra şêniyan de ne. Şênî bi fikar in ku zivistana îsal ji ya berê dijwartir derbas bikin.

Aloziya aborî li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de kûrtir dibe
23 îlon, 2021   06:41
LAZIQIYE-ADIL OMER

Zivistan li ber derî ye, li herêmên hikumeta Şamê jêderên enerjiyê kêm in bi taybet mazot, gaz û benzîn. Ji ber wê dibe ku ev zivistan li gorî salên borî ya herî dijwar be, nexasim nirxên madeyên xwarinê gelek biha ne û hin caran peyda nabin.

Li gorî karmendekî hikumeta Şamê yê bi navê Malik ê ku li Lazîqiyeyê dimîne, hin caran di rêzezincîrên kesên ku ji bo gazê, benzînê û nan sekinîne de, şênî bi hev dikevin û di encamê de mirov tên kuştin. Polîs jî bi zorê bi avêtina guleyan wan ji hev diqetîne.

Xwendevana xiristiyan Nûr jî bal kişand ser jiyana zivistanê û zehmetiyên ku gel dikişîne û wiha got: “Şênî ji bo ku xwe ji sermayê biparêzin betaniya di xwe werdidin û duqat cilan li xwe dikin. Heke şansa te hebe û mala te fireh be, tu dikarî xwe bi şewitandina hinek êzingan germ bikî.”

Nûr diyar kir ku ew bi şans e ji ber ku cereyeke (topeke) wê ya gazê ya yedek heye, lê newêre bi kar bîne, ji ber ku dibe ku cereyekî din di demeke nêzîk de bi dest nexe.

`KÊMBÛNA SOTEMENIYÊ Û ENCAMÊN WÊ`

Aloziya sotemeniyê ya li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ne tenê di zivistanê de pirsgirêkan çêdike. Lê belê tunebûna sotemeniyê bi awayekî neyînî bandorê li tevahiya warên jiyanê dike. Ev kêmbûn bi awayekî mezin bandor li wesayîtên veguhastinê yên giştî ku piraniya sûrî bi wan diçin û tên, dike. Ji ber ku piraniya sûriyan nikarin erebeyên taybet ji bo çûn û hatinê bi kar bînin.

Gelek kes neçar dibin ku bimeşin. Besam xwendekarekî ji Hemayê ye û li Lazîqiyeyê dixwîne. Bi gelemperî ji ber nebûna servîsan bi meş diçe zanîngehê ku 25 deqeyan ji malê wî dûr e. Di vî warî de got: “Li şûna ku em saetekê yan jî du saetan li benda servîsê bimînin, meş a herî baş e.”

Besam wiha domand: Ajokar timî gazincan dikin ku hikumet miqdara pêwîst a sotemeniyê nade wan. Ji ber wê hinek dev ji kar berdidin. Hinek din jî sotemenî ji sûka reş bi nirxên duqat dikirin, ji ber wê ajokar ji kesên ku siwar dibin, pereyeke pir zêde digirin.

Wezareta Karûbarên Bazirganiya Hundir û Parastina Mezaxtkeran a hikumeta Şamê piştî guhertina nirxa lîtreya mazotê, di vê dawiyê de kirêya veguhastinê ya wesayîtên giştî di navbera navendên parêzgehan ên cuda de li şûna 180 lîreyî kir 500 lîre. Ev zêdebûn, bû sedem ku cudabûneke mezin di navbera kirêya veguhastinê û mûçeya karmendan de çêke.

Bandorên tunebûna sotemeniyê û bihabûna wê li ser kirêya veguhastinê sînordar namîne. Piştî ewqas saetên dirêj li benda erebeyên veguhastinê, pêşbirk di navbera şêniyan de dijwar dibe bê ka wê kî beriya yê din li erebeyê siwar bibe.

Têkildarî vî warî Besam got: Ez nizanim çawa wê dîmenê ji wan re biwesfînim, dema jin û mêr di civakeke muhafezekar de hev û du têve didin (dehf didin ) da ku li erebeyê siwar bibin.

Ne tenê sotemenî û veguhastinê bandor li şêniyan kiriye, lê belê bihabûna sotemeniyê bandor li nan jî kiriye. Firinên girêdayî hikumeta Şamê rebteya (turika) nan bi 300 lîreyên sûrî  difroşin, lê ji ber bazirganên aloziyê, şênî nikarin wê rebteya bi 300 lîreyî bi dest bixe.

Lewra şênî neçar dimînin ku nan ji firinên ne girêdayî hikumeta Şamê bikirin ku rebteya nan bi 500 heta hezar lîreyî difroşin. Li gorî piraniya welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de gelek biha ye. Ji ber ku ji ber şer jêdera qûta xwe winda kirine an jî êdî mûçeyên wan li gel paşdeçûna nirxa lîreya sûrî bi kêrî tiştekî nayê.

`HEWLDANÊN KU BI KÊRÎ TIŞTEKÎ NAYÊN`

Li hemberî aloziya heyî, hikumeta Şamê hewl da madeyên xwarinê mîna şekir û birîncê bi rêya kertan ji nirxên sûkê kêmtir bide şêniyan. Di Tebaxa 2019`an de ev kert ji bo kirîna mazot û benzînê û paşê jî ji bo gazê çêkirin.

Li gorî van kertan, welatiyên xwedî erebeyên taybet heftê 60 lître benzîn, taksî 150 lître û salê 400 lître mazot bi dest dixin. Her malbatek mehê carekê cereyekî (topekî) gazê bi dest dixe. Lê heta niha ev miqdar ji bo welatiyan bûne xewn.

Kertên madeyên xwarinê hatin guhertin. Kertên nû derfetê dide her malbatekê ku mehane 3 kîlogram birînc, 4 kîlogram şekir û 1 kîlogram çay bi dest bixe. Ev miqdar têra malbateke model (pir biçûk) dike. 

Girêdayî vê yekê Lubne ku karmendeke hikumetê ye û li Lazîqiyeyê dimîne got: “Şênî nikarin heta savar jî bikirin. Çay û qehwe wekî tiştên luks tên hesibandin.”

Lubna wiha berdewam kir: “Kesên Xizan in heta dawiya rojê li bend kesên ku sebzeyan difiroşin dimînin da ku sebzeyên telef jê bigirin. Min li Lazîqiyeyê bi çavê xwe dît ku çawa zarok û jin di nava çopê de li xwarinê digerin.”

`HIKUMETA ŞAMÊ NIKARE ALOZIYÊ KONTROL BIKE`

Hikumeta Şamê naxwaze bi rastiyan re rû bi rû bimîne, ji pirsgirêkan direve. Bazirganên şer sotemenî û madeyên xwarinê kontrol dikin. Lê hikumeta Şamê kesên din ceza dike. Polîsan bi ser gelek dikanên li Lazîqiye de girt ku piraniya wan ji bo peydakirina debara jiyana xwe dixebitin. Lê bazirganên mezin bi rihetî tevdigerin û bazariya her tiştî dikin. kes nêzî wan nabe.

Niha sûrî bawer nakin ku hikumet karibe vê aloziyê derbas bike. Hinek kes aloziya Sûriyê bi çaleke gelek kûr bi nav dikin û dibêjin piştî ku hikumet di vê çalê werbû, nikare jê derkeve.

Mamosteyê dîrokê yê bi navê M.S ku nexwest navê xwe eşkere bike got: “Sûriye dewleteke binkeftî ye û ji Somalyayê xirabtir e. Baweriya kesî nemaye ku aloziyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de werin çareserkirin. Plana hemû şêniyan ya pêşerojê ew e ku ji vê herêmê derkevin an jî alîkariya zarokên xwe bikin ku ew ji vir kerkevin."

`BANDORA SIYASETA ŞAMÊ JI BANDORÊN QANÛNA QEYSER MEZINTIR E`

Cezayên aborî yên ku Yekitiya Ewropayê ji destpêka aloziyê ve li ser Sûriyê ferz kirine bi taybet qanûna Qeyser ku di navîna 2020`an de ket pratîkê, zehmetiyên aborî li Sûriyê zêde kirin. Bandora van cezayan li ser astên dirêj û navîn xuya bûn. Di encamê de rê li pêşiya jinûveavakirinê û vegera îstîsmarên biyanî girt ku dê aboriya welêt pêş xistibana.

`ŞÊNÎ BITIRS Û BÊ HÊVÎ NE`

Şênî bê hêvî ne û pir ditirsin ku tiştekî bêjin an jî bikin. Jiyana 10 salan di bin serweriya hikumeta Şamê de bû sedem ku şênî di cihê de bêçare bimînin. Yên ku wêrek bûn û nêrînên xwe anîn ziman yan di şer de hatin kuştin yan jî ji welêt derketin.

Ji nirxandina vê rewşê diyar dibe ku ne pêkan e serhildaneke din li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de çêbibe. Şênî bi hêvî ne ku ev zexta aborî ya mezin a li ser gel û kêmbûna mûçeyên karmendan veguhere serhildaneke mezin û dawî li hikumetê bîne.

(şx)

ANHA