Kurd û Ereban êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin

Kurd û Ereban êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û got: "Ne ji bêdengiya navneteweyî ya şermok bûya wê xwîn nedihat rijandin."

Kurd û Ereban êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê şermezar kirin
23 îlon, 2021   05:40
KOBANÊ-MEYSA EKARΠ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bajar, gundên Efrînê, Girê Spî û Til Temir hedef digirin û di encamê de bi dehan sivîl şehîd û birîndar dibin.

Topbarana dagirkeran di demên dawîn de zêdetir li ser navçeya Eyn Îsa pêk tê, bi taybetî li ser gundê Dibis ê rojavayê navçeyê. Di komkujiya 17`ê Îlonê de komkujiyek pêk hatibû û di encamê de 4 sivîl û di nav de zarokekî 17 salî, şehîd bûn û 3 sivîl birîndar bûn.

Şêniyên navçeya Sirînê bi pêkhateyên xwe yên Kurd û Ereb civata navneteweyî berpirsê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît û got: "Ne ji bêdengiya navneteweyî ya rûreş bûya wê dewleta Tirk nikaribû rijandina xwînê berdewam bikira."

Welatiyê ji navçeya Sirînê yê ji pêkhateya Ereb Hisên Elî da zanîn ku hedefa êrişan ew e ku niştecihan koçber bikin û demografiya herêmê biguherin.

Welatiya bi navên Xedîce Hemo û Arif Qehro yên ji şêniyên Sirînê yên Kurd axivin û ev nirxandin kir: "Tirkiye hewl dide fitneyê li herêmê derxe, ev jî rêbazekî şerê wê yê taybet e ku li dijî gelê herêmê pêk tîne, nexasim piştî herêm ji DAIŞ`ê rizgar bû û jiyana hevbeş misoger bû."

(eh)

ANHA