Li Dêrazorê di aliyê ewlehiyê de pêşketinek berçav heye

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê diyar kir ku piştî hêzên wan xebatên têkoşîna li dijî sûc û terorê zêde kirin, li seranserê herêmên Dêrazorê di aliyê ewlehiyê de pêşketineke berçav heye.

Li Dêrazorê di aliyê ewlehiyê de pêşketinek berçav heye
23 îlon, 2021   05:52
DÊRAZOR

Ji dema rizgarkirina herêmên Dêrazorê û vir ve, tevgera şaneyên veşartî yên girêdayî ‎DAIŞ'ê, hikumeta Şamê û dewleta Tirk heye. Ji ber ku Dêrazor baregeha ‎dawîn ya DAIŞ'ê  bû û li rex herêmên hikumeta Şamê bûn, ku bi wê re piştevaniya wan şaneyan hêsan dibû.

Wan şanyan bi rêya pêkanîna sûcên qetilkirinê û teqînên li dijî sivîl û leşkeran hewl dan aramiya herêmê têk bibin. Her wiha bi rêya gelek rêbazên şerê taybet wekî propoganda û sûîqastên li dijî sivîl û leşkeran  hewl dan ku gel li dijî hêzên leşkerî û ewlehî sor bikin.

‎

Endamê rêveber ê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê Beşar El-‎Seib piştrast kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya bi hêzên leşkerî (QSD) di 3 ‎mehên dawîn de gelek operasyonên taybet pêk anîn.‎ Di encamê de 16 şaneyên ku ji dehan çeteyan pêk dihatin, têk birin.

Beşar El-Seib destnîşan kir ku yekîneyên taybet bi dehan mayînên ji bo teqînan dihatin amadekirin, bêbandor kirin. ‎

Ji beriya çend hefteyan ve piştî ku ewlehiya herêma baş bû, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bendên xwe yên kontrolê kêm kirin. ‎

Têkildarî Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî,  Beşar El-Seib ev tişt got: "Nivîsgeha Têkoşîna Li Dijî Sûcên Birêxistinkirî lêpirsînên derbarê 140 dozên qetilkirin, bazariya hişbirê û sûcên dîtir bi dawî kirin, ku piraniya  wan sûcan di çarçoveya rêbazên şerê taybet de ku hin ajanan pêk dihatin. Sûcên kuştinê jî ji ber sedemên eşîrtî bûn lê wekî sûcên terorî derdiketin pêş, da ku tevlîhevî û tirs dewam bike.”

Têkildarî gotegotên di dawiyê de li ser meşandina dewriyeyên Rûsya li Dêrazorê hatine belavkirin, Beşar El-Seib wiha got: "Ev yek ji rastiyê dûr e û armanc jê derxistina tevlîheviyê li herêmê ye. Divê şênî nekevin xefka her tiştên tê belavkirin an tên gotin."

‏(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/deFM1osphqU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>