​​​​​​​Zarokeke ku duh li Şehbayê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê duh mayineke ji bermahiyên DAIŞ’ê bi 4 zarokan de teqiyabû û di encamê de 4 zarok birîndar bûbûn. Zaroka bi navê Rulîf Mihemed Elî ku ji koçberên Efrînê ye, jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Zarokeke ku duh li Şehbayê birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
23 îlon, 2021   09:04
ŞEHBA

Li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê duh mayinek ji bermahiyên DAIŞ’ê, dema ku dilîstin bi 4 zarokan ve teqiya. Di encama wê de her çar zarok birîndar bûbûn.

Navên zarokên birîndar bûbûn, wiha ne; Ismet Teter Exres (12), Mihemed Teter Exres (6), Zuhêr Teter Exres (14), Rulîf Mihemed Elî (8). Zarokên birîndar li Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê tên dermankirin.

Rulîf Mihemed Elî ku bi giranî birîndar bûbû û yekser rakiribûn nexweşxaneya Helebê, jiyana xwe ji dest da.

Malbata Rulîf Mihemed Elî di seatên derengiya şeva borî de cenazeyê Rulîfê ji nexweşxayê  wergirt.

(dm)

ANHA