Li bajarokê Siwêdan ê Dêrazorê du ciwan kuştî hatin dîtin

Li bajarokê Siwêdanê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê du ciwan kuştî hatin dîtin.

Li bajarokê Siwêdan ê Dêrazorê du ciwan kuştî hatin dîtin
21 îlon, 2021   14:36
DÊRAZOR

Li derdora bajarokê Siwêdan ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê cenazeyên du ciwanan hatin dîtin. Li gorî şahidan, destên her du ciwanan kelmçekirî bûn û di sîngên xwe de hatibûn gulebarankirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, şêniyên cenazeyeke nas kir ku yê Elî Cerbû El-Hemed e û nasnameya yê din hîna nehatiye naskirin.

Çavkaniyan diyar kir ku Elî Cerebû El-Hemed ji koçberên bajarokê Şiwêt e yê di bin serweriya hikumeta Şamê de ye, duh b şev ji mala xwe derketibû. Herî dawî îro kuştî hate dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenaze birin nexweşxaneyê û lêpirsîn dan destpêkirin.

ANHA