Lahor Şêx Cengî: Çarenûsa gelê me ketiye destê çend siyasetmedarên çavbirçî

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî diyar kir çarenûsa gel ketiye destê çend siyasetmedarên çavbirçî û berjewendîparêz û ji oldaran xwest, di xutbeyan de gel ji siyaseta çewt ya desthilatdarên Herêma Kurdistanê agahdar bikin.

Lahor Şêx Cengî: Çarenûsa gelê me ketiye destê çend siyasetmedarên çavbirçî
21 îlon, 2021   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî bi boneya salvegera damezrandina Yekitiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir.

Di peyamê de îşaret bi çend xalên girîng ên derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de jî dike û dibêje; “Niha çarenûsa gelê me ketiye destê çend siyasetmedarên çavbirçî û berjwendîparêz. Daxwazê ji oldaran dikim bi rêya mizgeftan xelk ji siyaseta çewt ya desthilatdarên herêmê agahdar bike, ji bo gelê hişyar be. Her wiha ji bo em tev bi hev re hewl bidin pêşî li biryar û palnên ewlekarî û aramiya herêma me têk didin û berjewendiyên gelê me dixine metirsiyê bigirin.”

Şêx Cengî da zanîn her timî roleke girîng ya oldaran di têkoşîna rizgariya gelê Kurd û parastina nirxên mezin yên nîştîmanî de hebûye.

Lahor Şêx cengî dazanîn ola îslamê, parastina yekitî, aşitî, efû û bi hev re jiyankirinê esas digire û got: “Hêvî dikim salvegera damezrandina yekitiya we, bibe hewldanek ji bo pêşdebirina piştîvanîkirina mijarên nîştîmanî û neteweyî."