Li Dêrazorê pêşangeha wêneyên rêber Ocalan

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya rojavayê Dêrazorê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê pêşangeha wêneyên rêber Abdullah Ocalan li herêm Kîsra vekir.

Li Dêrazorê pêşangeha wêneyên rêber Ocalan
21 îlon, 2021   14:14
DÊRAZOR

Li Navenda Çand û Hunerê ya herêma Kîsra ya rojavayê Dêrazorê pêşangeha wêneyên rêber Ocalan hat vekirin.

Girseya şênî û nûnerên rêveberiyên sivîl û leşkerî, meclis û nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan amade bûn.

Nêzî 50 wêneyên rêber Ocalan û gelek hevrêyên wî ku beşdarî têkoşîna şoreşgerî û belavkirina fikirê demokratîk bûne hatin pêşandan.

Têkildarê vê mijarê, Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya rojavayê Dêrazorê Bidûr El-Hecer ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Me pêşangeha wêneyên rêber Ocalan li navenda Çandê ya herêma Kîsra vekir. Rêber Ocalan bi rûspiyên eşîr û malbatên welatparêz re civiya. Gelek behreyên rêber Ocalan hene jê fotbol e. Armanca me ji vê pêşangehê ew e ku projeya rêber Ocalan, têkoşîna wî ya tijî astengî û dijwarî ku tê de wateya biratî û hevgirtina civakî heye were nasîn."

Li aliyekî din jî Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya herêma rojavayê Dêrazorê Tariq El-Kurdî wiha got: "Me pêşangeha wêneyên rêber Ocalan vekir, da ku em balê bikişînin ser tiştên rêber Ocalan girîngiyê dide, mîna werzîş, mijarên jiyanê û dilnizmiya wî."

Ev yekemîn pêşangeh li herêma Kîsra tê vekirin û bi elaqeyeke mezin hate nîşandan.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dePVNhk-BAU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>