'Êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê encama hevkariya navneteweyî ne'

Siyasetmedarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê bi hevkariya navneteweyî têne kirin.

'Êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê encama hevkariya navneteweyî ne'
19 îlon, 2021   06:45
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Di heman demê de dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê êrişî Başûrê Kurdistanê, ji Şengalê heya Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Armanca wê ji van êrişan dagirkirina herêmên Kurdistanê ye.

/ar/uploads/files/2021/09/18/185829_mhydy-aldghym.webp

Siyasetmedar Mihêdî Dexîm axivî û got: "Dewleta Tirk bi rêya êrişên leşkerî yên artêş û çeteyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha li Başûrê Kurdistanê, hewl dide israra pêkhateyên van herêman ku baweriya xwe bi azadî û projeya neteweya demokratîk anîne, têk bibe."

Dexîm bal kişand ser liv û tevgera dagirkeriya Tirk û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk armanc dike ku projeya neteweya demokratîk a bi saya berdêlên şehîdan hatiye avakirin, çi li Başûrê Kurdistanê be yan jî li Şengalê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê be têk bibe."

/ar/uploads/files/2021/09/18/185815_abrahym-alkhlyl.webp

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhartin a Niştimanî ya Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl jî diyar kir ku proje û fikirê neteweya demokratîk, ji gelê Rojhilata Navîn re xelasiya ji dagirkeriyê û serdestiya hakiman e û got:"Ev fikir ji aloziyên gelên bindest re çareserî ye, ji lewre dagirker li dijî vê projeyê disekinin."

El-Xelîl ev li gotina xwe zêde kir: "Projeya neteweya demokratîk û modela Rêveberiya Xweser ku xwe dispêrin fikirê rêberê neteweyî Abdullah Ocalan, divê li Rojhilata Navîn pêk were. Di heman demê de serkeftina modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê hişt ku dewleta Tirk û hevalbendên wê li dijî wê bisekinin û bi fikar bin."

El-Xelîl anî ziman ku lihevkirina dagirkeriya Tirk a bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re rê da ku êrişî nuqteyên HPG`ê bikin û mînaka herî berbiçav berdewamkirina hewldanên wê yên têkbirina vê projeyê ye.

Îbrahîm El-Xelîl destnîşan kir ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê bi desteka navneteweyî, nexasim dewletên garantor ên li herêmê pêk tên.

Siyasetmedaran îşaret bi hevgirtina pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got, li dijî hemû êrişên ku herêmê hedef digirin, ew amade ne parastinê bikin.

(eh)

ANHA