Erdogan dîroka Kurdan didize û diyarî NY`yî dike

Parlamenterê HPD`ê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi destekdayîna NY`yî qirkirina çandî dimeşîne û dîroka mirovahiyê li pêş çavên civata navneteweyî diguherîne.

Erdogan dîroka Kurdan didize û diyarî NY`yî dike
Erdogan dîroka Kurdan didize û diyarî NY`yî dike
Erdogan dîroka Kurdan didize û diyarî NY`yî dike
Erdogan dîroka Kurdan didize û diyarî NY`yî dike
Erdogan dîroka Kurdan didize û diyarî NY`yî dike
19 îlon, 2021   07:08
 NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA SEYDÎ

Îro Erdogan bi serdaneke fermî diçe paytexta Amerîkayê Washingtonê. Li gorî berdevkê AKP`ê Omer Çelik, dê serokkomarê Tirk serdana navenda giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê New Yorkê bike û kopiyeke “stûna kevir” ji cihê dîrokî Xirab Reşik “Gobekli Tepe” yê li Bakurê Kurdistanê diyarî Komeleya Giştî ya NY`yî bike.

Çelik bi civîneke çapemeniyê beriya çend rojan diyar kiribû ku cihê dîrokî yê li herêma Anadolê, girîngiya Anadolê wekî navendeke mirovahiyê nîşan dide.

'XIRAB REŞIK KURDISTANÎ YE, NE ANADOLÎ YE'

Di hevpeyvîneke bi ajansa me re, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan got: “Dewleta Tirk hewl dide rastiya Kurdan a dîrokî li Xirab Reşik, tune bike. Xirab Reşik Kurdistanî ye, ne Anadolî ye. Paşguhkirina rola Kurdan, guhertina dîroka mirovahiyê nîşan dide. Pêşiyên me yên Kurd beriya bi hezaran salan li vê herêma li ser qiraxên çemê Firatê bi cih bûne. Vedîtina Xirab Reşik di lêkolînkirina dîroka mirovahiyê de, asoyên nû vekirin. Li vê cihê dîrokî yê niştecihbûnê, rola Kurdan a girîng heye. Divê her kes vê rastiyê qebûl bike.”

Arkeologên Alman û di serî de arkeolog “Klaus Schmidt” bi hevkariya Muzexaneya Rihayê piştî çend salan ji xebatên kolan û lêgerînê, di sala 1995`an de li herêma Xirab Reşik a li başûr rojhilatê bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê gelek şûnwarên ku dîroka wan vedigere serdema kevirî ya modern, dîtin.

Li Xirab Reşik ku dîroka wê vedigere 12 hezar sal, kevntirîn navenda endeziyariyê ya mirovan li cîhanê heye. Ew perestgeha yekemîn di dîroka mirovahiyê de ye, tê de sûtênên kevirî yên mezin hene.

'KURDISTAN RASTÎ QIRKIRINA ÇANDÎ TÊ'

Omar Ocalan têkildarî kiryarên dewleta Tirk diyar kir ku ew her tiştên girêdayî gelê Kurd dirûxîne, wekî ku li bajarokê Hesen Kîfê ya dîrokî (dîroka wê vedigere 11 hezar sal) di nava ava bendavê de fetisand. Omar Ocalan da zanîn ku ev qirkirina çandî ye û hewldanên tunekirina mîrata Kurdan e, bi vê yekê dewleta Tirk rastiya dîroka Rojhilata Navîn a gerdûnî û rola Kurdistanê yê pêşeng tê de, biguherîne.

Bajarokê Hesen Kîf ku tê de gelek şûnwarên ji serdemên navîn hene û wekî kevntirîn cihên niştecihbûna mirovan li cîhanê tê hesibandin, di bin ava bendava Alîso ya ku dewleta Tirk nû li Mardîn ava kiriye de hiştin.

Omer Ocalan wiha axaftina  xwe dewam kir: “Ger rêxistina UNESCO ya girêdayî NY`yî Xirab Reşik xist lîsteya Şûnwaran a Cîhanê, wê demê bajarokê Hesen Kîf xwedî heman girîngî û dîrokê ye, çima ew destwerdanê nakin û kiryarên dewleta Tirk ranawestînin? Ew destekê didin wan kiryaran, ev kiryar li pêş çavên wan tên kirin. Li Til Xelef a li Rojavayê Kurdistanê jî bi rêya DAIŞ`ê heman tişt kirin. Ew her tiştên girêdayî rastiya Kurdan tune dikin û dirûxînin. Divê em Xirab Reşik û dîroka mirovahiyê biparêzin.”

Li gorî Enstutuya Arkolojîk a Almaniya (DAI) tenê li rûpîvana ji sedî 1.5 ji rûpîvana Xirab Reşik xebatên lêgerînê hatine kirin, ji ber ku di 10 salên dawîn de dewleta Tirk xebatên lêgerînê li wê herêmê qedex kir.

Xerab Reşik xwedî girîngiyek cîhanî ye û yek cihên arkolojîk û tûrîzmê yên li Bakurê Kurdistanê ye. Salane bi deh hezaran kes ji seranserî cîhanê serdana Xirab Reşik dikin.

(cx- dm)

ANHA