'Divê gel û hikumeta Başûr li hemberî dagirkeriya Tirk û MÎT`ê serî hildin'

Malbatên şehîdan li ser şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut, bang li kurdistaniyên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember dagirkeriya Tirk û saziya wê ya MIT’ê serî hildin.

'Divê gel û hikumeta Başûr li hemberî dagirkeriya Tirk û MÎT`ê serî hildin'
19 îlon, 2021   05:49
HESEKÊ

Roja Înê endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li Silêmaniyê tedawî dibû ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hate şehîdxistin.

Gelê Kurd bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê li hemberî şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut bi çalakiyên cûr bi cûr nerazîbûn nîşan dan, bang kir ku divê bi lez hûrgiliyên vî sûcî eşkera bibin û sûcdar werin darizandin û bila Başûrê Kurdistanê nebe stad û qada tevgerîna MIT’a Tirk.

Têkildarî vê yekê malbatên şehîdan ên ji bajarê Hesekê şehîdxistina endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed şermezar kir.

Bavê şehîd Serhed Hesekê, Mihemed Dawê da zanîn ku şehîdbûna têkoşer Yasîn Bulut bi destê MIT’a Tirk û bi piştevaniya hêzên PDK’ê pêk hat.

Dawê wiha got: "PDK’ê destê rastê yê dagirkeriya Tirk e û li gorî planên wê tev digere, bêdengiya wê li ser sûcên dagirkeriya Tirk nîşana vê yekê ne."

Bavê şehîd Demhat, Mihemed Tahir diyar kir ku sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Kurd û têkoşerên wî li pêş çavên civata navneteweyî û hikumeta Başûrê Kurdistanê pêk tên, lê çavên xwe ji van sûcan re digirin û bê deng in.

Mihemed Tahir got, divê Mesûd Barzanî û hikumeta li wir van sûcan rawestînin.

Her wiha bang li kurdistaniyên li Başûr û hikumeta li wir kir ku li hember dagirkeriya Tirk serî hildin û wiha li gotina zêde kir: "Bêdengiya şermînî nîşaneya tevkariyê ye. Mebesta min ji vê yekê tevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê bi dagirkeriya Tirk re di şehîdxistina têkoşerên Kurd de."

Tahir wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em malbatên şehîdan hemû kesên ku li hember sûcên li dijî şêniyan bê deng bin, şermezar bikin. Divê gelê Kurd li cîhanê ji bo pêkanîna yekitiyê tevbigere û li hember komkujiyên ku dewleta Tirk pêk tîne serî hilde."

Li aliyekî din jî birayê du şehîdan û bavê gerîlayekê, Baqî Elî got: "Sûcê li dijî endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê li bajarekî Başûrê Kurdistanê nîşaneya hebûna tevkariya desthilatên Başûr bi MIT’a Tirk re ye. Her wiha bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser vê sûcê nîşaneya tevkariya wê di şehîdxistina hevrê Şukrî Serhed de ye ku herî kêm divê helwesta xwe ji vê sûcê eşkere bike."

Elî wiha lê zêde kir: "Agahiyên hikumeta Başûrê Kurdistanê hebûn ku dê endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Şukrî Serhed were siûqastkirin. Ji ber ku heke agahî nedabana MIT’ê wê nikarî siûqastkirinê pêk bianiya. Heke na, gelo wê çawa cihê wî zanî? Baregeh û nuqteyên dewleta Tirk û MIT’a wê li xaka Kurdistanê çi dikin? Ev ne cihê wan e."

Elî da zanîn ku divê rêveberiya hikumeta Başûrê Kurdistanê helwesta xwe li hember siûqastkirina şehîd Şukrî Serhed eşkera bike. Ji ber xaka Kurdistanê yek e û divê bizanibin ku dê ciwanên wê li her bihosteke wê bigerin.

Elî destnîşan kir ku gerîlayên HPG’ê zarokên gelê Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê ne; ji Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê.

Baqî Elî bal kişand ser mayîna hikumeta Başûrê Kurdistanê ku bi hebûna gerîlayên HPG’ê yên li çiyayên Kurdistanê ve girêdayî ye û wiha pê de çû: "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê bizanibe ku dewleta Tirk ne ji hezkirinekê pê re dixebite, lê belê ji bo berjewendiyên xwe û bikaranîna wê weke amûreke têkbirina gerîla pê re dixebite."

Baqî Elî li dawiyê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku nekeve xefka lîstokên dewleta Tirk a dagirker, her wiha bang li gelê Kurd kir ku li hember çi aliyê ku tevkariyê bi dijminên gelê Kurd re dike bisekine.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iVZA2ll9wmo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>