Jin û ciwan: Ji bo ku armancên pêngavê pêk werin pêwîstî bi xebateke xurttir heye

Beşdarên pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan got, ji bo ku armacên pêngavê pêk werin pêdivî bi xebateke xurttir heye.

Jin û ciwan: Ji bo ku armancên pêngavê pêk werin pêwîstî bi xebateke xurttir heye
19 îlon, 2021   03:01
KOBANÊ

Pêngava "Dem dema azadiyê ye" di 10’ê Îlona 2020'an de bi armanca şikandina tecrîda li dijî rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî dest pê kir.

Bi dehan sazî, sedan rewşenbîr û çîneke mezin ji lêkolîner, hunermend, parlamenter û siyasetmedar tev li pêngavê bû. Her wiha kesên pêngav dest pê kiriye gelê Kurd ê li hundirê Kurdistanê û derveyî wê xist tevgerê.

/kr/uploads/files/2021/09/18/194459_-.webp

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Hebûn Mihemed girêdayî vê mijarê wiha got: "Di merheleya yekemîn a çalakiyên pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de me armanca wê pêk anîn, ji bo şikandina tecrîda li dijî rêber Ocalan me gel xist tevgerê."

Hebûn Mihemed wiha domand: "Me di dema borî de gelek çalakî, çi daketina qadan an jî meşên bi meşaleyan li dar xistin û me hin gav li ser erdê pêk anîn. Ew jî tevgerkirina kurdistaniyên li piranî dewletên Ewropa bû ku bi xurtî elaqe dan pêngavê."

Armanca kesên vê hemleyê bi rê ve dibin balê bikişînin ser tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan ê ku ji zêdetirî 23 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de ye. Ji ber ku li hember vê yekê bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên parêzvanên mafên mirovan, dadgehên Ewropa yên têkildarî cureyên mîna van dozan û CPT’î heye.

/kr/uploads/files/2021/09/18/194439_-.webp

Endama rêveber a Kongreya Star a Herêma Firatê û endama komîteya birêxistinkirina pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya Herêma Firatê Macîde Hesûn wiha got: "Me di hundirê Rojavayê Kurdistanê de dest bi pêngava xwe kir û dê di rojên pêş de li gelek qadan çalakiyên ji bo piştevaniya pêngavê çêbibin, da ku em dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê. Em pêngavê heta rakirina tecrîdê li ser rêber Ocalan nasekinînin."

Macîde Hesûn wiha li axaftina xwe zêde kir: "Armanca pêngava 'Dem dema azadiyê ye' rakirina tecrîdê ji ser rêber Ocalan û azadiya gelê Kurd û rizgarkirina tevahî bajarên ku dewleta Tirk a dagirker ji Rojavayê Kurdistanê û tevahî xaka Kurdistanê dagir kirine. Lê pêdiviya vê yekê bi xebateke duqatî heye."

Macîde Hesûn bang li tevahî azadîxwaz, parêzvanên mafên mirovan û tevahî gelên bindest ên beşdarê pêngavê bûne kir ku tecrîda li dijî rêveber Ocalan bişikînin û got: "Şikandina tecrîda li ser rêbertî tê wateya rizgarkirina gelan ji zulmê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eh8-f8X-oqk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>