​​​​​​​Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kir ku dev ji xiyanetê berde

Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kir ku çarenûsa gerîlayên revandî eşkere bike û dev ji xiyaneta li doza Kurd û Kurdistanê berde.

​​​​​​​Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kir ku dev ji xiyanetê berde
18 îlon, 2021   23:38
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

PDK`ê ku cihê xwe di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Meydayê de digire, siyasetên xeternak ên bi armanca qirkirina kurdan û dagirkirina erda Kurdistanê  berdewam dike.

Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kir ku çarenûsa gerîlayên HPG`ê yên revandî eşkere bike, dev xiyaneta li doza Kurd û Kurdistanê û hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re berde.

ꞌŞERÊ LI DIJÎ GERÎLA Û REVANDINA WAN XIYANETA LI KURDAN ISBAT DIKEꞌ

/kr/uploads/files/2021/09/18/194250_-.webp

Bavê şehîd Rûbar Serêkaniyê, Ebdurezaq Mihemed îşaret bi rewşa Başûrê Kurdistanê kir û got: "Êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK`ê li dijî Başûr berdewam dikin, ev jî xeteriya li ser kurdistaniyan nîşan dide."

Ebdurezaq Mihemed destnîşan kir ku di dîroka Rojhilata Navîn de, gelek caran xiyaneta Kurdan a li hemberî hev xuya bûye û bû sedem ku Kurd mafên xwe bi dest nexin û şoreşên wan jî bi bin bikevin.

Mihemed bal kişand ser armanca êrişên li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Ev êriş bi armanca qirkirina Kurdan û gelê li van herêman dijîn. Hevkariya PDK`ê ji van êrişan re jî tê wateya xiyaneta li Kurdan."

Mihemed diyar kir ku tişta xiyaneta PDK`ê isbat dike, revandina gerîlayên HPG`ê ye ku heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

ꞌLI DIJÎ XIYANET Û AJANTIYÊ DÊ MALBATÊN ŞEHÎDAN DIBIN BERSIVꞌ

/kr/uploads/files/2021/09/18/194231_-.webp

Birayê şehîd Îbrahîm Esad, Ehmed Esad jî diyar kir ku destkeftiyên ku Kurdan bi dest xistine berhemên keda şehîdan e û wiha li gotina xwe zêde kir: "Em Malbatên şehîdan dê li dijî her kesên ku hewldana parçekirina Kurdan dikin û ferqê dixin navbera parçeyên Kurdistanê, bisekinin. Di heman demê de em ê li dijî xayîn û ajanên ku di dagirkirina Kurdistanê de, destekê didin dagirkeriya Tirk, bisekinin."

'GERÎLA HÊZA PARASTINA KURDAN E'      

/kr/uploads/files/2021/09/18/194308_-_1.webp

Bavê şehîd Xebat, Mihemed Îsa jî helwesta PDK`ê ya ku di dagirkirina Başûr de destekê dide dewleta Tirk, şermezar kir û diyar kir ku gerîla erdnîgariya Kurdistanê diparêze  û li dijî dagirkeriyê hêzeke sereke ya parastina Kurdan e."

Mihemed Îsa da zanîn ku êdî helwesta PDK`ê diyar e ku ew jî li dijî doza Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê; xiyanetê dike û destekê dide dewleta Tirk a dagiker.

Malbatan banga li PDK`ê kir ku dev ji dijminatiya li kurdan û xiyanetê berde.

BANGÊN EŞKEREKIRINA ÇARENÛSA GERÎLAYÊN REVANDÎ

Malbatên şehîdan bang li PDK`ê kir ku çarenûsa gerîlayên HPG`ê yên ku hatine revandin, eşkere bike û bang li gelê Kurd kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê dakevin qadan û siyaseta PDK`ê û malbata Barzanî teşhrî bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xGBWxqdF8HA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>