​​​​​​​Çeteyan li Girê Spî keçek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî keçek revand.

​​​​​​​Çeteyan li Girê Spî keçek revand
18 îlon, 2021   19:22
EYN ÎSA

Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî li dijî sivîlan bê navber didomin.

Li gorî agahiyên ku ji Girê Spî ya dagirkirî hatine girtin, çeteyên li benda kontrolê ya Um El-Xeratîm ê nêzî bajarokê Elî Baciliyê keçek revandin û birin cihekî ne diyar e.

Çavkaniyan diyar kirin ku keça hatiye revandin navê wê Kewser El-Ebid e.

ANHA