Komîteya Şehîdan a PJAK’ê: Şukru Serhed bû fedaîyekî gelê Kurdistanê

Komîteya Şehîdan a PJAK’ê şehîd Şukru Serhed bi bîr anî û got “Tevî hemû nexweşiyên xwe yên giran jî yek kêlî xwe ji xebatê têkoşîna azadiyê neda paş û bû fedaîyekî gelê Kurdistanê.”

Komîteya Şehîdan a PJAK’ê: Şukru Serhed bû fedaîyekî gelê Kurdistanê
18 îlon, 2021   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîteya Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê Şukru Serhed (Yasîn Bulut) bi bîr anî.

Di daxuyaniya PJAK’ê de wiha hate gotin:

“Devleta faşîst-qirker a Tirkiyê li hemberî berxwedan û sekna bi îradeya gêrîla li herderê têkçûye û her roj di nava têkçûnên dîrokî de ye, di heman demê de li Başûrê Kurdistanê ji bo ku encam bigre, Kurdistanê bi temamî dagir bike, destê îxanetê bi kar tîne û dixwaze Kurdan bi destê Kurdan bide qirkirin. Demên dawî dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê pir rehet baregehên MÎT’ê vedike, hem jî êrîşê kesayetên welatparêz û tekoşer dike.

Di sibeha 17’ê îlonê de, li navenda Silêmaniyê hevrêyê me Şukru Serhed bi êrîşêke nemerdane a MÎT’a dewleta Tirk a dagirker şehîd ket. Em di serî de hevrêyê xwe  Şukru Serhed bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata wî û hemû gelê Kurd re dixwazin.

Hevrê Şurku Serhet di nava 40 salên şoreşgertiya xwe de, ji zindanan bigre heya çiyayên Kurdistanê, di hemû qadên tekoşînê de bê hesab, bi dildariyekî mezin tekoşîn meşand û nirxên giranbiha afirandin. Bû yek ji hevrêyên rasteqînî yê Rêber Apo û di şopa Hakî Karar, Kemal Pîr û Akîf Yilmazan de heya deqeya şehadeta xwe meşiya. Hevrê Şukru kêlî bi kêlî bi felsefeya yek hirka, yek lokme jiya û da jiyandin. Hevrê Şukru 15 salan di xebata malbatên şehîdan de ked da û bû yek ji dilsozên karwanê şehîdên şoreşa azadiyê. Tevî hemû nexweşiyên xwe yên giran jî yek kêlî xwe ji xebatê tekoşîna azadiyê neda paş û bû fedaîyekî gelê Kurdistanê.

Em Komîteya Şehîdan a PJAK’ê soz didin ku xeyalên şehîdan a Kurdistaneke azad  û demokratîk pêk bînin û xwedî li doza wan a rewa derkevin.”