​​​​​​​‘Armanca sereke ya hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ azadiya rêber Apo ye’

Rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Kongreya Star ku pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" li Rojava û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve bir, diyar kir ku armanca sereke ya hemû çalakiyên ku di çarçoveya hemleyê de hatin lidarxistin, azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan bû.

​​​​​​​‘Armanca sereke ya hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ azadiya rêber Apo ye’
18 îlon, 2021   09:19
QAMIŞLO

Konseya Rêveber a KCK'ê, hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di 12'ê Îlona 2020'an de li Kurdistan, derveyî welat û li hemû welatên ku Kurd lê hene, ji bo xetereyan ji holê rake û jiyaneke azad û demokratîk misoger bike, îlan kir.

Di nava salê de ji dema ragihandina hemleyê ve, li ser bingeha azadiya rêber Abdullah Ocalan li hemû parçeyên Kurdistanê û li her devera cîhanê ku Kurd lê dijîn, çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Her wiha gerîla ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe dide, bû hêza şer a pêşeng a hemleya 'Dem Dema Azadiyê ye'.

Li gel gerîla, jin û ciwan jî di nava salekê de wek hêza pêşeng a hemleyê bi xurtî xebitîn û tê koşiyan.

Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel hemû çalakiyên xwe ji bo pêşxistina hemleyê pêk anîn. Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe ya li ser salvegera yekemîn a hemleyê de serkeftina hemleyê ya li herêmê bi vî rengî nirxand: “Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî tevkariyeke girîng li serketina hemleya "Dema Dema Azadiyê ye" kir. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim bi hişmendiya ku hilweşandina zîhniyeta faşîst a qirker li Tirkiyê ji bo jiyana azad û demokratîk a Kurdan û tevahiya Rojhilata Navîn diyarker e, hemû hêza xwe xistiye meriyetê ku 'Dem Dema Azadiyê ye' bi ser bikeve. Ev helwesta gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû mînak."

Pêşengên hemleyê yên li herêmê; endamên Kongreya Star û rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê sala yekemîn a hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" nirxand.

'EM BI RENGÊ XWE TEV LI HEMLEYÊ BÛN'

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed diyar kir ku ev hemle bi beşdarbûneke xurt a jin û ciwanan pêk hat û wiha axivî: "Wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi çalakiyên cur bi cur, bi rengê xwe beşdarî hemleyê bûn. Di vê pêvajoyê de ku me di sala yekemîn de li pey xwe hişt, hemû çalakî û xebatên ku me pêk anîn, di çarçoveya pêngava 'Dem Dema Azadiyê ye' de bûn."

Remziye Mihemed têkildarî têkoşîna li dijî tecrîdê jî got: "Di demekê de ku hemû cîhan li dijî tecrîda li ser Rêbertî bê deng e, divê em dengê xwe bidin bihîstin. Ji bo vê jî divê hemle were xurtkirin. Her wiha pêwîst bû ji bo xurtkirina hemleyê çalakiyên berfireh werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de me konên çalakiyê vedan û ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya berxwedêrên li zindanan li kantonên Qamislo, Kobanê û Şehbayê çalakiyên greva birçîbûnê pêk anîn. Bi vî rengî me armanc kir ku em bibin dengê berxwedanê."

'ME LI LUBNAN Û BAŞÛR JÎ XEBAT KIRIN'

Berdevka Kongreya Star der barê çalakiyên xwe de her wiha ev agahî parve kirin:  "Di dirêjahiya salê de me li hemû kantonan meş û çalakî li dar xistin da ku em xwe bigihînin hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rastiya tecrîdê ya li ser rêber Apo rave bikin. Li Lubnanê û Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên me hebûn. Di çarçoveya hemleyê de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hem li hemû bajaran û hem jî bi awayekî navendî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyên girseyî de îşaret bi têkoşîna li dijî tecrîd û dagirkeriyê hate kirin. Her wiha bi sedan civîn, semîner û dewreyên perwerdeyê ji bo pêşxistina hişmendiya jin û mêrên azad di civakê de, hatin lidarxistin."

'DEWAMKIRINA TECRÎDÊ NÎŞAN DIDE KU ME ENCAMA TÊ XWESTIN BI DEST NEXISTIYE'

Remziye Mihemed wiha pê de çû: "Dema ku em ji aliyê çendaniyê ve lê dinêrin, ez dikarim diyar bikim ku me xwe gihandiye hejmareke mezin a mirovan û me kariye dengê xwe li gelek cihan di asta navneteweyî de bidin bihîstin. Lê divê em bêtir bixebitin. Jin jî divê ji karê têkoşîna ji bo azadiyê, ji rastiya Rêbertî dûr nekevin. Jixwe tecrîda li ser rêber Apo giran e. Ev rewş nîşan dide ku karê me têrê nake û me nekariye wezîfeyên ku hemleyê dane me, bigihînin serkeftinê."

Remziye Mihemed destnîşan kir ku ji bo ku ev hemle encamên bibandortir bi xwe re bîne, divê civaka navneteweyî seferber bibe û got: "Ji bo vê divê Rêbertî û têkoşînê bi gelên cîhanê bidin nasîn da ku ev gel ji bo rakirina tecrîdê li dijî dewleta xwe bikevin nava tevgerê. Civaka navneteweyî, dewlet û her kes vê yekê baş dizane; azadiya rêber Apo azadiya jin û civakê ye. Heke gelên cîhanê cîhaneke dadmendtir dixwazin, divê ji bo azadiya rêber Apo bixebitin. Di vê çarçoveyê de divê hemû jin bi berpirsyarî tev bigerin. Tenê heke em yek deng bin, em dikarin tecrîdê rakin.”

'EM Ê HEWL BIDIN XWE BIGIHÎNIN HEMÛ JINAN'

Remziye Mihemed diyar kir ku wan îsal wek Kongreya Star ji bo birêxistinkirina jinan li Ewropayê jî rêxistinên xwe ava kirine û ew ê qadên xwe yên birêxistinkirinê berfireh bikin û ji bo ku di sala pêş de derbasî asteke din bibin, dê hewl bidin ku xwe bigihînin hemû jinan.

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed wiha lê zêde kir: “Ji bo azadiya rêber Apo ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya me feda kir, ez bang li jinan, jinên ciwan û tevahiya gelê me dikim ku bi berpirsyarî tev li hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bibin."

Endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Ciwanên Şoreşger Can Vorîn jî diyar kir ku ew wek ciwan beşdarî hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" ya bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin" bûne û got: "Di vê hemleyê de azadiya Rêbertî û desteka ji bo berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û qedandina dagirkeriyê, armancên me yên bingehîn bûn. Di çarçoveya hemleyê de wekî meşên dirêj, civîn û xebatên perwerdeyê gelek çalakî hatin lidarxistin. Hemleya 'Dem Dema Azadiyê ye' di heman demê de tevgereke seferberiyê bû."

Can Vorîn da xuyakirin ku dewleta Tirk bi desteka PDK'ê re êrişên xwe yên li hemberî qadên gerîla giran kirine û anî ziman ku li dijî dagirkerî û xiyanetê bi beşdariya ciwanan helwesteke xurt derketiye holê.

'EM PÊŞXISTINA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ ESAS DIGIRIN'

Can Vorîn wiha domand: "Ji bilî çalakiyên xwe, me xebatên perwerdeyê jî pêk anîn. Ev hemû ji bo pêşvebirina şerê gel ê şoreşgerî bû. Di xebatên xwe de em lêkolînên xwe esas digirin; şerê gel ê şoreşgerî çi qasî bi pêş bikeve, dê ew qasî bi bandor û encamgir be. Her wiha helwesta gel bi hêztir derdikeve holê. Têkoşîna gel a bi pêşengiya jin û ciwanan, tevî gerîla û şervanên xwe, armanca azadiyê bêhtir teqez dike. Yanî hem azadiya fîzîkî ya rêber Apo hem jî azadiya welatê me bi vî rengî misoger dibe."

'DIVÊ CIWANÊN KURDISTANÊ BI RUHÊ ŞOREŞÊ TEV LÊ BIBIN'

Her wiha Can Vorîn da zanîn ku wan di sala duyemîn a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de bi dirûşma "Em şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin, şoreşa çandî pêk bînin" dest bi xebatên xwe kiriye û destnîşan kir ku armanca sereke ya hemû çalakiyên ku pêk anîne, azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan e û wiha got: "Pêşengên vê şoreşê jin û ciwan in. Bi vê hişmendiyê ez bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikim ku bi ruhê şoreşê beşdarî vê pêngava li dijî dagirkerî û xiyanetê bibin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xIllbsHomqU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>