Çeteyan li Efrînê kalemêrek revand

Li gorî çavkaniyan, çeteyên Ehrar El-Şam kalemêrekî ji şêniyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê revand û ji ber lêdan û îşkenceyê kete nav nivînan.

Çeteyan li Efrînê kalemêrek revand
18 îlon, 2021   08:51
ŞEHBA

Hin şêniyên Efrînê bi sozên derew ên Meclisa Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tên xapandin û vedigerin Efrînê. Lê kesên vedigerin tên revandin.

Çeteyên Ehrar El-Şam ên dewleta Tirk a dagirker kalemêrekî bi navê Mihemed El-Xêr Hesen Hemo yê ji şêniyên gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê, dema gihaşt gund, yekser revand.

Çavkaniyan da zanîn ku Hemo ji 20 rojan ve gihatşiye gund û yekser ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şam ve hatiye revandin û çeteyan îşkence lê kiriye.

Her wiha heman çavkaniyan diyar kir ku Hemo nexweşiya dil pê re heye û piştî ku ji ber îşkenceyê rewşa tenduristiya wî xirab bû, çeteyan ew berda.

(şx)

ANHA