' Divê ciwan ji encamên xetere ên penabertiyê hişyar bin'

Rewşenbîr û hunermendên ji kantona Kobanê bang li ciwanan kir: "Penabertî ne çareserî ye, dê di pêşerojê de karesatan bi xwe re bîne." Her wiha bang li Rêveberiya Xweser kir ku li hemberî vê yekê tedbîran bigirin.

' Divê ciwan ji encamên xetere ên penabertiyê hişyar bin'
18 îlon, 2021   02:07
KOBANÊ

Ciwan ji bo ku biçin Ewropayê jiyana xwe dixin xeterê û sînoran derbas dikin. Bi taybet li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê, leşkerên Tirk li wan didin û radestî çeteyên Sûriyê yên li herêmên Ezaz û Babê dikin.

Der barê vê penabertiya ciwanan û rêbazên çareseriyê de, hejmarek hunermend û rewşenbîrên ji kantona Kobanê nêrînên xwe parve kirin.

Ji Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido, mûzîkjen Ehmed Mûsa got: "Ciwan hewl didin penaber bibin, lê nizanin ku qedereke tarî li benda wan e, her wiha şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya ajanên xwe li ser me dimeşîne bandor li derûniya ciwanan kiriye."

Ehmed Mûsa bang li ciwanan kir ku li xwe vegerin, ji ber ku derketina ji welat ne çare ye. Her wiha bang li aliyên pêwendîdar ên di Rêveberiya Xweser de kir ku bêtir girîngiyê bidin ciwanan da ku ji biryara penabertiyê vegerin.

Şanoger  Elî Îsa diyar kir ku ciwan bi penabertiyê difikirin ku jiyaneke xweş li benda wan e û got: "Di rastiyê de li ser sînorê Sûriyê – Tirkiyê an jî Tirkiyê - Yewnanistanê ji aliyê leşkerên Tirk ve tên îşkencekirin,  di deryayan de dixeniqin, her wiha têkilî di navbera wan û malbatên wan de qut dibe."

Elî Îsa bang li aliyên pêwendîdar ên di Rêveberiya Xweser de kir ku xetereyên ku rastî ciwanan tên fêm bikin, bi taybet şer û zextên li ser wan tên ferzkirin.

Îsa destnîşan kir ku rêbazê herî baş ê têkbirina vî şerê taybet pewerdekirin û hişyarkirina ciwanan e da dev ji penabertiyê berdin û di avakirina vî welatî de beşdar bibin.

Girêdyî heman mijarê, çîrokbêj Mihemed Misê got, penabertî encamên bandora ciwanan bi kesên xirab ên derdorê ne û da zanîn ku divê malbat ciwanan ji vê yekê hişyar bikin.

Mihemd Misê wiha dom kir: "Yên ku krîzê çêdikin û rêya penabertiyê ji ciwanan re ronî dikin hene. Divê em destê xwe bidin destê hev da ku li dijî şerê taybet ê ku dewleta Tirk li dijî me dimeşîne, bisekinin. Divê em rabirdûyê bînin bîra xwe, dema ku me xeyal dikir ku em bi zimanê xwe yê zikmakî fêr bibin û bixwînin, îro me ew xewn pêk anî. Lê hin alî dixwazin destkeftiyên ku me bi dest xistine tune bikin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ul0w06SAFGI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>