Şamî: Nîşaneyên xeter hene ku herêmên dagirkerî ji rêxistinên tundraw re bibin cihên ewle

Gerînendeyê navenda ragihandinê ya QSD`ê got, hebûna çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" yên di lîsteya terorê de li Efrînê nîşaneyeke xeter in ku herêmên dagirkerî bi taybet Efrîn ji rêxistinên tundraw re bibin cihên ewle.

Şamî: Nîşaneyên xeter hene ku herêmên dagirkerî ji rêxistinên tundraw re bibin cihên ewle
17 îlon, 2021   20:11
NAVNDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD'ê li ser zimanê Gerînendeyê navenda ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî daxuyaniyek weşand, tê de wiha hate gotin: "Raporên girêdayî tevgerên rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam li herêma Efrînê ya dagirkirî ku di hefteyên dawî de derketin, piştrast dikin ku ev rêxistin li gundê Basûfan ê êzidiyan ê başûrê Efrînê, her wiha navçeyên Cindirês û Şiyê û bajarên Ezaz û gundewarê Babê bi fermandarên komên çete yên girêdayî Tirkiyê re civiyan.

Li gorî agahiyên piştrast, Heyet Tehrîr El-Şam nuqteyên leşkerî ku gundê Basûfan û gelek herêmên dagirkirî yên li başûr û rojavayê Efrînê ava kirin û bi sembol û belgeyên taybet ên girêdayî Cebeha El-Şamiye li herêmên din tevdigerin. Her wiha nêzik e ku peymanê bi koma Lîwa Silêman Şah-Emşat re pêk bîne da ku rolan li herêma Şiya û navçeya Cindirêsê veguhêzin."

Şamî li ser xeteriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam jî got: "Hebûna çekdarên terorîst ên Heyet Tehrîr El-Şam ên di lîsteya terorê de li Efrînê nîşaneyên xeter ku herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê ji rêxistinên tundraw re bibin cihên ewle û nuqteya destpêkê ya pêkanîna planên xwe yên terorîst li qada Sûriyê û navdewletî, nexasim ligel raporên navneteweyî yên ku beşdarbûna komên din ên girêdayî Tirkiyê (Ehrar El-Şerqiya) di leşkerkirina çeteyên DAIŞ'ê de yên ku berê ji şerên li bakur û rojhilatê Sûriyê reviyabûn piştrast kirin. ê

ANHA