ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-09-2021
17 îlon, 2021   23:00

-Meclisên Malbatên Şehîdan ên Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê û Helebê têkildarî şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) li Silêmaniyê ji aliyê MÎT Tirk ve daxuyaniyan didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Kongreya Star ku pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" li Rojava û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve bir, diyar kir ku armanca sereke ya hemû çalakiyên ku di çarçoveya hemleyê de hatin lidarxistin, azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr û hunermendên ji kantona Kobanê bang li ciwanan kir: "Penabertî ne çareserî ye, dê di pêşerojê de karesatan bi xwe re bîne." Her wiha bang li Rêveberiya Xweser kir ku li hemberî vê yekê tedbîran bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Têkildarî lêkirina avahiyên mêtîngeriyê li kantona Efrînê ya dagirkirî parêzer Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku ev avahiyên mêtîngeriyê ne rewa ne û li dijî qanûnên navneteweyî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên siyasetmedar diyar kir ku dewleta Tirk bi desteka navneteweyî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û gotin, ji bo rakirina tecrîdê divê têkoşîneke xurt were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Her çend statuya rewa ya Rojava bi awayekî fermî neyê naskirin jî, tê zanîn ku serdanên di asta bilind de tên kirin, heyet tên û diçin û heyetên ji MSD'ê li paytextên DYA û YE’yê di çarçoveya têkiliyên dualî de hevdîtinan pêk tînin. Rojava li navenda pirsgirêkên herêmî ye û di çareserkirina pirsgirêkan de roleke sereke dilîze. Di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de girêka destpêkê ye. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, lêgerîna li çareseriya pirsgirêka Sûriyê dê negihîje encamekê. Aştiya Sûriyê girêdayî Kurdan e, her wekî li Tirkiyê. Her wiha ne pêkan e ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ku pirsgirêka bingehîn a her du welatan e, aştiya mayînde li herêmê pêk nayê. 

KURDISTAN

- Rewşenbîrên herêma Cizîrê li ser tevger û êrişên PDK`ê yên li dijî HPG`ê diyar kir ku divê PDK bi hevkariyê lawazbûna dewleta Tirk asteng neke û ji ber biryarên PDK`ê yên şaş li Başûrê Kurdistanê dê gelê Kurd berdêleke mezin bide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Hunermendên ji Reqayê ku di Mîhrîcana 3'yemîn a Hawar a Stranan de amade bûn, gotin, koçberên Efrînê bi berxwedana xwe kamp û mercên dijwar kirin çirûska vejandina çandan û planên dewleta Tirk têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên Minbicê diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdeng nemînin û li eniyên pêş bi hêzên xwe yên leşkerî re bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Girkê Legê çalakiyên werzîşê bpêş dikevin, piştî xebatên Yekitiya Werzîşê yên teşwîqkirina ciwan û zarokan li ser werzîşê zêdetirî 50 tîm hatin avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA