Li Helebê şevbuhêrkeke stranan li dar ket

Koma Dûret El-Firat a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê şevbuhêrkeke stranan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Li Helebê şevbuhêrkeke stranan li dar ket
17 îlon, 2021   21:02
HELEB

Şevbuhêrk li qada Şehîdan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd ya Helebê bi beşdariya sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar ket.

/ar/uploads/files/2021/09/17/171943_asmaayl-khabwr.webp

Şevbuhêrkê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Şehba Îsmaîl Xabûr bi xêr hatina beşdaran û koma beşdar kir û destnîşan kir ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di oxira parastina gel û erda xwe û da ku li ser bingeha projeya neteweya demokratîk bi rûmet bijîn berdêlên giranbuha dane, bi saya şehîdan hemû pêkhate beşdarî şahiyê bûne û  vegirêdana çandên tevahiya pêkhateyên Sûriyê destnîşan dikin.

/ar/uploads/files/2021/09/17/171958_heleb-sahi-28529.webp

Îsmaîl Xabûr got, berxwedana destanî ya şênyên taxê asta hevgirtina pêkhateyên taxê ji tevahî cîhanê re îsbat kir.

Dûvre koma Dûret El-Firat gelek stranên erebî yê çanda Firatê pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Rv2hUsmlFWY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>