Saziyên ewlekariyê: Kesên ku li Silêmaniyê êriş pêk anîne, hatin destgîrkirin

Berpirsyarê Saziya Îstîxbaratê ya YNK’ê ragihand ku kesên di rojên dawîn de li Silêmaniyê êriş pêk anîne, hatine destgîrkirin. Dij-Terora YNK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê belgeyên girîng eşkere bikin.

Saziyên ewlekariyê: Kesên ku li Silêmaniyê êriş pêk anîne, hatin destgîrkirin
18 îlon, 2021   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku 16’ê Îlonê li Silêmaniyê welatiyekî penaber ê ji Bakurê Kurdistanê gulebaran kir, duh jî li Silêmaniyê Yasîn Bulut kir hedef.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çûbû Silêmaniyê, duh serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhed şehîd bû.

Der barê êrişan de ji saziyên ewlekariyê yên Silêmaniyê 2 daxuyanî dan. Rêveberiya Giştî ya Dij-Terorê ya YNK’ê û berpirsyarê Dezgeha Zanyarî ya YNK’ê daxuyanî dan.

Rêveberiya Dij-Terorê ya YNK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku têkildarî bûyerên di nava 2 rojên dawîn de li Silêmaniyê qewimîne, agahiyên girîng bi dest ketine. Dij-Terorê ragihand ku heya bûyer baş hatî zelalkirin û piştrastkirin, dê hemû agahiyên pêwîst bi raya giştî re parve bikin.

Îro danê sibê jî berpirsyarê Dezgeha Zanyarî ya YNK’ê Ejî Emîn der barê destgîrkirina sûcdaran de li ser Facebookê daxuyaniyek da. Ejî Emîn got: “Kesên ku di nav 2 rojên borî de li Silêmaniyê sûc kirine, hatine destgîrkirin. Em ê di demeke nêz de agahiyên der barê sûcdaran de bi raya giştî re parve bikin.”