Rewşenbîr: Ji ber biryarên PDK`ê yên şaş li Başûr dê gelê Kurd berdêleke mezin bide

Rewşenbîrên herêma Cizîrê li ser tevger û êrişên PDK`ê yên li dijî HPG`ê diyar kir ku divê PDK bi hevkariyê lawazbûna dewleta Tirk asteng neke û ji ber biryarên PDK`ê yên şaş li Başûrê Kurdistanê dê gelê Kurd berdêleke mezin bide.

Rewşenbîr: Ji ber biryarên PDK`ê yên şaş li Başûr dê gelê Kurd berdêleke mezin bide
18 îlon, 2021   00:46
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dikin û bi êrişên xwe agir bi xwezayê dixe û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev hewldanên dagirkirinê li pêş çavê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku serweriya beşeke Başûrê Kurdistanê dike, pêk tê.

Piştî tevgera hêzên PDK`ê li derdora Herêmên Parastinê yên Medyayê, PDK`ê dest bi hedefgirtina gerîlayên HPG`ê kir û di 26`ê Tîrmehê de komeke gerîlayan dorpêç kir û heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Herî dawî di 29`ê Tebaxê de hêzên PDK`ê êrişeke din bir ser 7 gerîlayan, di wê êrişê de 7 gerîlayên HPG`ê şehîd bûn.

Girêdayî mijarê endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn.

Pêşeroj Cewherî diyar kir ku herêma Başûrê Kurdistanê bi destê PDK`ê bûye herêmeke tirkî ku dewleta Tirk bi saziyên xwe yên îstixbaratî û leşkerî derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û wiha dom kir: “Em ji vê yekê dizanin ku PDK`ê dema di referandumê de têk çû, dosyaya Hewlêrê bi temamî radestî dewleta Tikr kir. Tê dîtin ku dewleta Tirk bi xwe ev plan pêk anî.”

Cewherî da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze PDK`ê her dem li dijî PKK`ê derkeve û PDK li gorî dewleta Tirk tev digere. Dê gelê Kurd di encama biryarên PDK`ê yên şaş ên li Başûrê Kurdistanê de, berdêleke pir mezin bide.

‘BILA PDK DERFETA SERKEFTINÊ NEDE DEWLETA TIRK’

Cewherî got biryara siyasî û stratêjîk a PDK`ê di destê dewleta Tirk de ye û ev yek cihê xetere û metirsiyê ye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “PDK bi vî awayî çarenûsa xwe radestî dewleta Tirk dike. Em hêvî ji PDK`ê dikin ku lawazbûna dewleta Tirk bi hevkariya xwe xurt neke, bila alîkariyê nede.”

Cewherî destnîşan kir ew naxwazin dewleta Tirk a qirker çîrokeke serkeftinê bi destê PDK`ê bi dest bixe li dijî Kurdan û wiha dewam kir: “Bila PDK derfeta serkeftinê nede dewleta Tirk.”

Pêşeroj Cewherî da zanîn ku Hêzên Parastina Gel (HPG) xendeqa parastina gelê Kurd a herî li pêş e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “HPG li kîjan deverê êriş li dijî gelê Kurd tê kirin, berevaniyê dike, mînaka wê jî Şengal, Mexmûr, Kerkûkê û hwd in.”

‘PAŞGUHKIRINA BANGAN JI BER MEŞANDINA SIYASETÊN DEWLETA TIRK E’

Civîn Hebîb diyar kir ku bûyerên li Başûrê Kurdistanê rû didin ji aliyê PDK`ê ve li ser revandin û şehîdxistina gerîlayan sedema wê girêdana siyaseta dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê ye û wiha dom kir: “HPG mafên mirovahiyê û mafên civakê misoger dike, dewleta Tirk dixwaze hemû projeyên yekitiya Kurdan têk bibe û parçebûnê çêdike. Ew parçebûn îro qurbaniyên wê aliyên ku parastina mafê gelê Kurd dike, didin.”

Civîn da xuyakirin ku ji ber ku HPG`ê bi lîstokên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan dizane, tenê banga hişyariyê li PDK`ê dike û naxwaze tişta bi dilê dewleta Tirk bibe. Lê PDK bê deng dimîne û wan bangan paşguh dike, ji ber ku di bin kontrola siyaseta dewleta Tirk de ye.

`BIRYARA ÊRIŞÊN LI SER HPG`Ê NE BIRYARA SERKEFTINA GELÊ KURD E`

Mihemed Xêr Tewfîq jî da zanîn ku ew li dijî wan aliyan e ku gelê xwe bi destê xwe şehîd dixin û wiha dewam kir: “Li Başûr bi destê PDK`ê 7 gerîla şehîd bûn, ev şehadet ji lîstokên şerê taybet ên dijmin tê.”

Di nava sal û nîvekê de 21 caran PDK`ê hêzên xwe şandine Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha di encama êrişan de PDK’ê heta niha 13 gerîla şehîd xistine.

Tewfîq destnîşan kir ku biryara êrişkirina PDK`ê ya li dijî PKK`ê biryareke herî şaş e di dîroka Kurdan de û wiha got: “Divê PDK gava xwe li paş bixe, ji ber ku ev biryar ne biryara serkeftina gelê Kurd e. Ji ber ku mayîna PDK`ê li Başûr bi mayîna gerîlayan e û hebûna gerîlayan li Başûrê Kurdistanê ne ji bo şerê hêzên PDK`ê ye, ji bo parastina Başûr ji dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker e.”

Tewfîq bal kişand ser tevger û kiryarên PDK`ê li Başûrê Kurdistanê û wiha got: “PDK`ê ji bo pêkanîna planên dewletên cîhanê hatiye diyarkirin ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve, ji ber ku ew dixwazin felsefe û îdeolojiya PKK`ê tune bikin. Sedema tunekirinê jî ji ber felsefe wekhevî,mafê jinan û mirovahiyê hildigire nava xwe.”

Mihemed Xêr Tewfîq di dawiya axaftina xwe de got: “Tevî êrişên PDK`ê yên li dijî gerîlayan hêzên HPG`ê hişyariyê dide, ji ber ku armanca wê rizgarkirina welat e.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ID6i5q_Koks" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>