Petrola Îranê ji Lubnanê re… pirsgirêk çareser kir an kûrtir kir?

Di demên dawîn de ji ber berhemên petrolê yên Îranê ku dişînin Lubnanê, metirsî derketin, nexasim piştî ku ji ber benzîna Îranê li Venezuelayê pirsgirêk çêkirin. Li gel wê jî fikar hene ku Amerîka cezayan li Hizbullahê bibire, ji ber ku ew keştiyên petrolê yên Îranê tîne.

Petrola Îranê ji Lubnanê re… pirsgirêk çareser kir an kûrtir kir?
17 îlon, 2021   06:46
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Di demekê de ku keştiya petrolê ya Îranê ber bi Lubnanê ve diçe, hişyarî li ser nebaşiya petrolê hene, mîna ku li Venezuelayê çêbûye. Venezuela ji wan welatan e ku herî zêde rezervên petrolê lê hene.

Li hemberî cezayên giran ên ku DYA'yê li Venezuelayê birîne, bi taybet li beşa petrolê, Îran wek alîkarî keştiyeke petrolê şand Venezuelayê. Lê paşê diyar bû ku petrola ku Îranê şandiye ne baş e, ji ber benzîna Îranê zû difûre û zirarê dide motorên erebeyan. Lê dihat texmînkirin ku destwerdana Tehranê di wê merheleyê de erênî bûya. Lê piştî hat dîtin ku petrola Îranê ne başe, mixabiniyek hat nîşandan.

Rast e petrola Îranê li gel cezayên hatine ferzkirin derbasî Venezuelayê bû, lê belê pirsgirêk çareser nekir û nikarî diyardeya taborên benzînê yên li welat ji ber tunebûna benzînê belav bûne, bi dawî bikira. Wê yekê metirsiyên lubnaniyan li ser îhtîmala berdewamkirina krîza benzîn û kehrebeyê yên girêdayî mazotê ne, heta piştî alîkariyên Îranê jî, zêdetir kirin.

Çend rojên mane, dê bersiva vê pirsgirêkê bidin. Li gorî sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah keştiya petrolê ya Îranê ya yekemîn gihaşt Sûriyê.

Têkildarî vê yekê, pispora petrol û gazê ya herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Laury Haytayan da zanîn ku “tevî nebaşiya petrola Îranê ya daye Venezuelayê, lê nayê wê wateya ku heman petrola ji Lubnanê re jî nebaş be, lê ev jî yek ji xetereyan e, nexasim dê keştî li Sûriyê bê valakirin û bi rêya bejahî bi sehrîcan wê derbasî Lubnanê bibe. Bi wê re dê Lubnan nikare testên guncaw ji benzînê re çêke, ji ber petrol li beravên wê yên fermî nayê valakirin wekî her carê.”

Nepêkanîna kontrolkirina pêwîst a petrolê, heke axaftina li ser nebaşiya petrolê rast be, dê bandoreke neyînî ya mezin çêke. Lubnanî vê yekê nikarin tehemûl bikin, ji ber barên madî gihaştine lûtkeyê û welatî li dawiyê bi xerabbûna motorên erebeyên xwe difikirin.  Bê guman bi mezinbûna pirsgirêka sereke re dê zirareke mezin bigihîne beşa veguhastina bejahî ku di esas de ji ber keysbaziya mazotê azaran dikişînin.

Li aliyekî din jî pisporan destnîşan kir ku heke benzîna Îranê Oktan 92 be tu xeterî li ser erebeyan tune ye. Ji ber Lubnanê di salên 1990’î de heman benzîn dianî. Lê ji nebaşiya benzînê xwediyên erebeyan metirsiyên xwe nîşan dan, ji ber dewleta Lubnanê nikare testên guncaw ji kamyonên ku divê bi rêyeke nefermî derbasî wir bibin re, çêke.

KEŞTIYÊN PETROLÊ YÊN ÎRANÊ DERBASÎ SÛKA REŞ DIBIN

Li beramber krîza petrolê ya li Lubnanê tenê pirsek heye; gelo dê bi çi buhayî benzîn û mazota Îranê were firotan? Ma wê du buha hebin, yek a dewletê ya din jî ya Îranê?

Metirsiya lubnaniyên ji her du mijaran azaran dikişînin, zêdetir dibin. Lê du senaryoyên muhtemel hene, ya sêyem tune ye. Diyar e du buha û du sûk hene. Heke buhayê petrolê li gorî dolarê li sûkan bû û petrola Îranê jî di heman demê de bi rêya Sûriyê derbasî Lubnanê bû, dê du buha derkevin, yek a dewleta Lubnanê û ya din jî ya petrola Îranê ku bi rêya qaçax ji Şamê derbasî Lubnanê dibe.

Li aliyekî din jî dibe ku petrolê Îranê li gorî buhaya li sûkê were firotan yan jî dibe ku bi buhayeke kêmtir be, da ku derbeyekê li şîrketên din bixe.

Pirsgirêk ne tenê di buhayan de ye, lê doz yek e. Li gorî raporan mazota Îranê yekcar nikare pirsgirêka kehrebê ya Lubnanê çareser bike. Lê belê dê hinekî pîne bike yan ku jî kêmtitr bike û heta ji dest were wê nehêlibe tarîtiyeke giştî pêk were û wê dereng bixe, heta ku çare ji rakirina piştevaniya ji ser petrolê re dibînin an jî sivik dikin.

PETROLA ÎRANÊ Û CEZAYÊN MUHTEMEL

Ji kalîteya petrola Îranê, bi tevlêbûna wê di sûka reş de heta bi fobyaya cezayên Amerîkayê wêneyeke dîmena alîkariyên Îranê ji Lubnanê re eşkere dike, ew jî digel serkeftina "Hizbullah" ji aliyê çapemeniyê ve. Nesrellah di gelek boneyan de ew serkeftin da pêş, da ku xwe bixe cihê rizgariyê û wefedariyê ji deriyê Îranê ve. Lê belê dibe ku ev derî hêrsa Amerîkayê li hember welatekî di esas de ji aliyê girêdana bi derve re, pergala parvekirin û mezhebiyê ve wêrankirî ye, bilind bike.

Têkildarî helwesta Amerîkayê, da ku Lubnan gaza Misirê wergire û çavkaniyên kehrebê bi rêya xaka Sûriyê Urdunê dabîn bike bêyî cezakirina li ser Lubnanê heta vê kêliyê, Washingtonê hişt ku keştiyên Îranê barên xwe yên yekemîn vala bikin. Ev yek jî tê texmînkirin ku rêveberiya Amerîkayê dibîne ku dewleta Lubnanê ne berpirsê sewqkirina keştiyên petrolê ji Tehranê ye, ji ber ev yek bi biryara Hizbullah bêyî hikumeta û saziyên fermî pêk hat.

Ji wê zêdetir jî Washington berpirsiyariya keştiyên Îranê hilnagire ser hikumeta Lubnanê. Ji ber ku Washington ji bo zêdekirina alîkariyan ji Lubnanê re hişt ku Tehran keştiyên xwe derbas bike. Di vê dawiyê de li ser vê yekê serokê Amerîkayê Joe Biden ragihandibû ku ew ê alîkariyan ji artêşa Lubnanê bi nirxa 47 milyon dolar pêşkêş bike. Bi wê yekê hat eşkerekirin ku Washingtonê li şûna ceza û ambargoyê li ser Lubnanê ferz bike, alîkariya wê dike.

Ger Washingtonê ceza li ser Lubnanê ferz kirin an jî fer nekirin, her du jî ferq nakin. Ji ber ku sewqkirina keştiyên petrolê ber bi Lubnanê destê Îranê tê de xurt dike û qeydên nû bi hesabên siyasî yên berfireh vedike. Ev jî dihêle Lubnan bikeve nava krîzên kûr ên aborî, civakî û siyasî ku beriya vê tu carî pêk nehatine.

(fr)

ANHA