Peymanên Aştiyê bi Îsraîlê re salek li pey xwe hişt.. gelo çi hat guhertin?

Salek di ser "Peymana Aştiyê" an "Îbrahîm" re derbas bû ku di navbera Îsraîlê û hin welatên Ereb mîna Îmarat û Behreyn de hate îmzekirin. Di salvegerê gelek pirs xwe didin der; gelo van peymanan armancên xwe pêk anîn? Gelo aliyan çi sûd wergirt û rewşa herêmê hat guhartin?

Peymanên Aştiyê bi Îsraîlê re salek li pey xwe hişt.. gelo çi hat guhertin?
17 îlon, 2021   06:05
XEZA-UMER MÛSA

Analîzên îsraîlî yên têkildarî Peymanên Aştiyê di navbera Îsraîl, Îmarat û Behreyn û hwd de bal kişandin ser du mijarên sereke; armanca sereke ya peymanê avakirina hevalbend û navendeke hevkariyê li dijî Îran û serweriya wê li herêmê bû. Ev analîz jî parçeyek ji nirxandinên navenda lêkolînên ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê bûn.

Lê belê piştî salek di ser peymanê re derbas bû, pirsa ku derdikeve holê ev e gelo armancên peymanê pêk hatin? Li gorî analîzên cihêreng, avakirina hevalbendekê û navendeke hevkariyê li dijî Îranê tu armancên baş ji van peymanan li gorî yên berê pêk nehatin û tu hevsengiyeke bibandor li hember Îranê nehat guhartin.

Çavdêr sedema vê yekê dispêrin guhartina rêbaza danûstandina rêveberiya Amerîkayê ya bi Îranê re ye. Ji ber ku serok Jeo Biden rêbazekî cudatirî rêbaza serokê berê Donald Trumpê bi kar anî. Ji ber ku Trump rêbaza bilindkirina rageşiya li dijî Îranê bi kar dianî.

Lê tevî wê, nayê înkarkirin ku Peymanên Aştiyê destkeftiyeke siyasî ji Îsraîlê re pêk anîn ku bi rêya wê hebûna xwe li herêmê berdewam bike.

AŞTIYA BÊ BERDÊL

Dibe ku destkeftiya herî girîng a ku Îsraîl ji peymanên dawî yên aştiyê bi dest xistiye, ew e ku hevsengiya aştiyê ya li beramberî dayîna berdêlan şikand. Bo nimûne, peymanên dawî helwesta ereban a ku di dirêjahiya salên borî de nîşan dida derbas kir, li gorî vê helwestê, pêkanîna aştiyê bi çareya guncaw û adil ji bo doza Filistînê ve girêdayî ye û ev însiyatîfa erebî ya aştiyê xwe dispêre vê hîmê. Însiyatîf ji aliyê qiralê Erebistana Siûdî Ebdullah Bin Ebdulezîz ve ji bo pêkaîna aştiya li Rojhilata Navîn a di navbera Îsraîl û Filistinî de di 2002’yan de hate pêşkêşkirin.

Armanca vê însiyatîfê avakirina dewleteke Filistînê li gorî sînorê 1967’an, vegera koçberan û vekişîna Îsraîlê ji Colana dagirkirî ye, ew yek jî li beramber îtîraf û normalîzekirina têkiliyan di navbera dewletên Ereb û Îsraîlê de ye.

Însiyatîfa ku qiralê Erebistana Siûdî pêşkêş kiriye bû bingeha pêkan a çareserî û şertê aştiyê yê di navbera Îsraîl û dewletên Ereb de. Lê belê ew hat guhartin û peymanên dawî ev nêrîn derbas kirin ku aştiyeke bê berdê da Îsraîlê.

Têkildarî vê yekê nivîskar û analîzvanê siyasî Husam El-Decnî ji ajansa me re wiha got: "Peymanên dawî tu tişt ji dewletên Ereb re bi taybet ji Îmaratê re pêşkêş nekirin. Lê belê ji Îsraîlê re ya ku hewl dide armanca xwe ya navendî ku bibe dewleteke xwezayî û normal li herêmê û nebe dewleteke dagirker pêşkêş kir."

El-Decnî da zanîn di peymanan de Îsraîl sûdwar e ku bi wê re hîmên wê yên pêşketî li herêmê çêbûn ku ewlehiya wê biparêze, li kêlek wê jî êdî peyman û têkiliyan bi dewletên Ereb re datîne bêyî ku li xebata aştiyê ya bi filistîniyan re vegere. Ji ber ku ev xebat heta beriya demekê bûbû mercekî girîng ji bo livandina dosyaya aştiyê bi Îsraîlê re.

El-Decnî normalîzekirina têkiliyan wiha wesifand: "Ew yek nenirxandineke baş ji aliyê dewletên Ereb ve nîşan dide, ji ber ku têkiliyên aborî û encamên aborî yên girêdayî peymanê wê bi rêya têkiliyên bi gelek dewletên cîhanê re pêk bihatana, bêyî ku hevsengiya aştiya Ereb bi Îsraîlê re bişikiya."

El-Decnî her wiha got, peymanê nêrîna serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya "Aştî li beramber aştiyê, ne aştî li beramber erdê" pêk anî û hişt ku ev nêrîn bi ser keve û jê re re bibe destkeftiyek.

Husam El-Decnî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li gorî nêrîna min, divê dewletên Ereb li peymanên bi Îsraîlê re vegerin. Ji ber ku tecrûbeya dîrokî hîna heye. Xebata aştiyê ya di navbera Îsraîlê, Misir û Urdinê de di dirêjahiya salên borî de tiştek bi xwe re neanî. Bo nimûne, Îsraîlê piştevaniya projeya bendava El-Nehde ya li Etiyopyayê ku gefan li Misirê dixwe, dike. Îsraîlê wesayeta El-Haşiyê ya Urdinê di nirxên pîroz ên îslamê yên li Filinstînê de bin pê dike û tu hesaban jê re nake. Bi giştî Îsraîlê di radeya yekemîn de hewl dide berjewendiyên xwe pêk bîne, bêyî wê jî gotinên vala ne."

(fr)

ANHA