Ev 3 roj in dewleta Tirk a dagirker gundê Derdara topbaran dikin

Ev 3 roj in li ser hev dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Derdara yê navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Ev 3 roj in dewleta Tirk a dagirker gundê Derdara topbaran dikin
17 îlon, 2021   05:44
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev gundê Derdara yê bakurê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Nûçegihanê me bi bîr xist ku topbaran gelek saet berdewam kiriye.

Ev 3 roj in li ser hev dewleta Tirk a dagirger gundê li ser rêya navçeya Zirganê ya başûrê rojhilatê navçeya Til Temirê topbaran dike.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dikin û dronên wê li asîmanê Kobanê û Minbicê difirin.

(şx)

ANHA