Koçberên Efrînê li gel mercên ambargoyê xwe ji bo zivistanê amade dikin

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin li gel ambaroya ku hikumeta Şamê ferz kiriye amadekariyên zivistanî dikin. Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê hişyarî ji karesateke mirovahî da.

Koçberên Efrînê li gel mercên ambargoyê xwe ji bo zivistanê amade dikin
Koçberên Efrînê li gel mercên ambargoyê xwe ji bo zivistanê amade dikin
Koçberên Efrînê li gel mercên ambargoyê xwe ji bo zivistanê amade dikin
Koçberên Efrînê li gel mercên ambargoyê xwe ji bo zivistanê amade dikin
Koçberên Efrînê li gel mercên ambargoyê xwe ji bo zivistanê amade dikin
Koçberên Efrînê li gel mercên ambargoyê xwe ji bo zivistanê amade dikin
17 îlon, 2021   05:58
FÎRAS ÎBRAHÎM- ŞEHBA

Her sal wekî van deman an ku beriya zivistanê, koçberên Efrînê yên li kampan dimînin dest bi sererastkirina konan dikin.

Ji ber ku hikumeta Şamê rê û dergehên dighêjin kantona Şehbayê girtine û nehêle ku sotemenî, madeyên xwarinê û derman derbasî Şehbayê bibin, dê îsal rewş cuda be.

Şênî hewl didin ku bi derfetên heyî konên xwe sererast bikin da ku bandorên serme û baranan kêm bikin.

Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê bi hemû hêza xwe hewl dide ku pêdiviyên pêwîst ji bo sererastkirin konan, peydakirina çemento û pêwîstiyên din ên avakirina satiran li derdoran konan peyda bike.

/ar/uploads/files/2021/09/16/185925_nwry-hmw.webp

Koçberê bi navê Nûrî Hemo yê ku di kampa Serdem de dibmîne, ambargoya ku hikumeta Şamê li Şehbayê ferz kiriye, bi taybet qutkirina mazotê rexne kir.

/ar/uploads/files/2021/09/16/185900_fatmh-ahmd.webp

Fatime Ehmed a ji Efrînê anî ziman ku ew ditirsin ku ev konên rizyayî bi ser wan de hilweşin, nemaze agahî hene ku dê zivistanî îsal dijwar be.

Tevî hemû astengiyan, koçberan piştrast kirin ku dê berxwedana di kampan de bidomînin.

/ar/uploads/files/2021/09/16/185913_faeq-ahmd.webp

Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Fayiq Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku tevî derfetên kêm û ambargoyê hewl didin bi hemû rêbazan alîkariya koçberan , bi taybet ên di kampan de dimînin, bikin.

'JI DEMA DAGIRKIRINA EFRÎNÊ VE KOMPLO BERDEWAM E'

Ehmed wiha domand: “Ji dema ku Efrîn hatiye dagirkirin û şêniyên wê koçberî kantona Şehbayê bûne ve, komplo ji hemû aliyan ve li ser şêniyan berdewam e, li aliyekî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li aliyê din hikumeta Şamê û Rûsya hene ku xwe wekî  garantor ji bo parastina sivîlan bi nav dikin.”

Ehmed destnîşan kir ku hemû hêzên komploger bi rêya ambargoya giran û topbarana yekser dixwazin herêmê vala bikin û berxwedana şêniyan bişikînin. Her wiha Ehmed behsa pirsgirêka ava vexwarinê kir ku UNICEF`ê miqdara avê nîvê miqdara berê kêm kiriye.

Ehmed daxuyand ku heke rewş wisa dewam bike û hikumeta Şamê di siyaseta xwe de bi israr be wê çend rojên bê karesateke mirovî ya rasteqîn li herêmê rû bide.

Fayiq Ehmed bang li civata navneteweyî kir ku yekser mudaxele bike û rewşa koçberên li herêmên Şehbayê bibîne. Her wiha bang li UNICEF`ê kir ku biryara xwe ya kêmkirina avê di ber çavan re derbas bike.

Hêjeyî bibîr xistinê ye ku UNICEF`ê 2 hezar û 400 metrekab av ji koçberan re peyda dikir. Lê ji 11`ê Tîrmehê ve ji ber zexta hikumeta Şamê ew miqdar daxist hezar metrekab. Di encamê de 38 gund, 3 navçeyên mezin û 80 hezar welatî ji avê bê par man.

(dm)

ANHA