`Şêniyên Efrînê malan kirê dikin û çete malên wan difiroşin`

Dewleta Tirk siyaseta guhertina demografiya kantona Efrînê didomîne. Ji dema ku kanton dagirkiriye ve, hejmara kurdan tê de kêm bûye, berê ji sedî 95 bû lê niha bûye ji sedî 23 ye. Dewleta Tirk bajar veguherand wargeha çeteyan û malbatên wan.

`Şêniyên Efrînê malan kirê dikin û çete malên wan difiroşin`
16 îlon, 2021   23:39
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê, îsal 487 kes di nav de 50 jin, 22 zarok hatin revandin, her wiha 43 sivîl di nav de 12 jin û 15 zarok hatin qetilkirin.

Li gorî daneyên rêxistinê, ji dema dagirkirina Efrînê ve zêdetirî 8 hezar kes hatine revandin ku piraniya wan jin, zarok û kesên temenmezin in, di girtîgehên çeteyan ên li herêmên dagirkirî mîna Raî, Ezaz, Bab, Cerablus û Idlibê de ku di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de tên girtin û di dadgehên Tirkiyê de li ser sûcên ku nekirine, tên darizandin. Bi vê yekê dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha çarenûsa zêdetirî hezar kesî heta niha ne diyar e.

Rêxistinê eşkere kir ku di girtîgehên "Polîsa Leşkerî" ya ji aliyê çeteyên bi navê Mihemed Mihemedîn ve tê birêvebirin li dijî 70 jinan tecawiz hatiye kirin. Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî di Îlona 2020`an raporek belav kir û tê de piştrast kir ku di girtîgehan de li dijî jinan gelek sûc tên kirin mîna destavêtinê û şîdeta derûnî û bedenî.

Her wiha dewleta Tirk bi desteka komeleyên îxwanî yên qeterî û kiwêtî zêdetirî 17 avahiyên mêtîngeriyê ava kirin bi taybet li gundê êzidiyan.

KOMÎTEYEKE ŞEKLÎ

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji ajansa me re got: “Îsal çeteyan 250 malên şêniyan destser kirin û firotin hev, tevî ku xwediyên wan li Efrînê ne û di malên bi kirê de rûdinin. Çeteyan zêdetirî 10 mal li gundê Tirindê yê girêdayî Efrînê desteser kirin û bi kêfa xwe difroşin û kirê didin. Lê ji ber hovîtiya wan şênî newêrin tiştekî bikin.”

Der barê avakirina komîteya qaşo vegerandina mafên mezlûman de, Şêxo got: “Ruxmî avakirina vê komîteyê ji bo vegerandina milkên welatiyan ku ji aliyê çeteyan ve hatine desteserkirin, lê ev komîte şeklî ye ji ber ku girêdayî çeteyan e.”

Şêxo piştrast kir ku piraniya malbatên ku di meha borî de li ser propagandaya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Komeleya Kurdên Serbixwe vegerîne Erînê, ji aliyê çeteyan ve hatin girtin û ji bo serbestberdana wan fîdye di navbera 5 hezar heta 10 hezar dolar de ji malbatên wan hatin xwestin. Şêxo daxuyand ku hin caran fîdye gihaştiye 10 hezaran. Her wiha bi bîr xist ku 15 Kurd hatin revandin û piştî dayîna fîdyayan serbest hatin berdan.

Şêxo balkişand ser pereyên ku çete ji şêniyan dixwazin da ku milkên xwe vegerînin û wiha domand: “Beriya 10 rojan şêniyê bi navê Mihemed Weqfî Murad ji kantona Şehbayê çû gundê xwe Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê da ku mala xwe vergire. Lê dema digihêje gund ji aliyê çeteyekî ji koma Semerqend ve tê revandin û ji bo ku wî serbest berdin, 100 hezar dolar fîdye dixwaze. Bi vî awayî hem mala xwe û hem jî pereyên ku dane winda kirin.”

Şêxo destnîşan kir ku çapemeniyê cîhanê aliyê dewleta Tirk digire û rastiyên li Efrîna dagirkirî rû didin bi taybet mijara avahiyên mêtîngeriyê ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne û bi rêya wê demografiya Efrînê diguherîne. Şêxo wiha pê de çû: “Waliyê Hatay wek beşek ji Tirkiyê, bajarê Efrînê bi rêve dibe. Qetilkirina şêniyên resen teşwîq dikin, ji bo ku şênî venegerin warên xwe. Lê ajanên dewleta Tirk û çeteyên wê berovajî wê îdia dikin.”

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/b1YjI5P2-_A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>