Baz Efrîn: Em ê di çarçoveya mafên parastina rewa de xaka xwe biparêzin

Yek ji fermandarên QSD`ê Baz Efrîn tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kanotna Girê Spî nirxand û piştrast kir ku bêdengiya hêza garantor Rûsya hevkariya wê di sûcên li dijî sivîlan de, nîşan dide.

Baz Efrîn: Em ê di çarçoveya mafên parastina rewa de xaka xwe biparêzin
17 îlon, 2021   02:46
EYN ÎSA-DICEL EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de êrişên xwe li ser hemû eniyên kantona Girê Spî û rêya M4 zêde kirine. Di êrişan de dagirker çekên giran bi kar tînin û gundên sivîlan bi çekên qedexekirî topbaran dikin, ji ber wê hejmareke sivîlan li ser rêya M4 birîndar bûn.

Yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Baz Efrîn di hevpeyînekê bi ajansa me re destnîşan kir ku di demên dawîn de sewqiyetên mezin ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hebûn û got: “Di demên dawîn de tevgera dagirkeran li ser eniyên şer, avakirina baregehên nû û nuqteyên leşkerî yên li kêleka wan baregehan, rakirina satirên axê, kolandina xendekan li dirêjahiya eniya bakurê navçeya Eyn Îsa û rojavayê bajarê Girê Spî, her wiha li hundirê bajarê Girê Spî bi xwe de jî, zêde bûn. Her wiha miqdareke mezin ji çekên giran wekî tank, topavêj, moşek û çekên qedexekirî anîn wan baregehan.”

Têkildarî rewşa sivîlên li navenda bajarê Girê Spî jî, fermandar Baz Efrîn destnîşan kir ku peywendiya wan bi çavkaniyên ji hundir bajêrê dagirkirî re hene û wiha dewam kir: “Li gorî agahiyên ku ev çavkanî dem dem didin me, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê ewlehî û jiyanî ve zexteke mezin li sivîlan dikin. Çete, ciwanan neçar dikin ku bi darê zorê tev li wan bibin. Her wiha mal û milkên welatiyan didizin û talan dikin, mirovan dikujin, direvînin û bi bihaneyên bê bingeh îşkenceyê li wan dikin. Her wiha tecawizkirin û koçberkirina bi darê zorê dimeşînin. Senaryoya Efrînê li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî dubare dibe.”

'DAGIRKERIYA TIRK HEMÛ PÊKHATEYAN HEDEF DIGIRE'

Fermandar Baz Efrîn di nirxandina xwe de bal kişand ser hedefgirtina hemû pêkhateyan bê cudayî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û wiha got: “Gelekan got ku dewleta Tirk tenê Kurdan hedef digire, ji ber ku ji wan, hêz û îsrara wan ditirise û dixwaze Hêzên Sûriya Demokraîtk tune bike. Lê belê, dema bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin, ne tenê Kurd li wir dijiyan, pêkhateyên din ên Ereb, Ermen, Çerkes û Tirkmenan jî li wir jiyan dikir. Dagirkeriya Tirk sûcên herî hov li dijî wan pêk anîn û di êrişan de ferq nexist navbera Kurdan û pêkhateyên din de.”

Baz Efrîn daxuyand ku armanca dewleta Tirk li herêmê ji destpêkê ve diyar e û sedemên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryiê jî diyar in û wiha pê de çû: “Armanc ew e ku projeya xwe ya Osmanî li ser hesabê gelên herêmê pêk bîne. Dewleta Tirk dibîne ku rêya ji nûve avakirina dewleta Osmanî di vir re derbas dibe.”

'WELATÊN CÎHANÊ XWE KERR KIRINE'

Fermandarê QSD`ê bi berfirehî behsa rewşa li ser erdê kir, ku ji dawiya sala 2019`an ve êriş dewam dikin.

Baz Efrîn di wê derbarê de wiha got: “Ji beriya du salan ve hema bêje rojane eniyên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî bi dijwarî bi çekên giran tên topbarankirin, bi taybetî jî gundên sivîlan û heta gundên dûrî eniyên şer jî rastî êrişê tên. Dewleta Tirk a dagirker li dijî jin, zarok û kesên temenmezin komkujî pêk anîn, malên sivîlan û erdên çandiniyê şewitandin. Ev sûc hemû li pêş çavên welatên cîhanê pêk hatin, bêyî ku dengê xwe derxin.”

Baz Efrîn destnîşan kir ku ger bêdengiya navneteweyî li hemberî van sûcan dewam bike, dê jiyana sivîlan ji niha bêtir bikeve xeteriyê, nexasim ku gefên mezin li ser herêmê hene. Baz Efrîn der barê pêkanîna komkujiyên din û rûdana bûyerên revandina jin û zarokan jî de, metirsiyên xwe anîn ziman.

RÊYA XETERIYÊ

Fermandarê QSD`ê di nirxandina xwe de behsa gef û xeteriya li ser jiyana sivîlên ku rêya M4 bi kar tînin, kir û wiha dewam kir: “Di rêya M4 re rojane bi dehan erebeyên sivîlan û yên bazirganiyê ji herêma Firatê û navçeya Til Temirê, tên û diçin. Wesayîtên hêzên Rûsî jî bi wan tên û diçin.

Lê belê, ruxmî wê jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bendên xwe datînin ser rê û sivîlan bi çekên sivik dikin hedef. Hin caran jî erebe tevî xwediyên wan tên revandin û wan dibin cihên ne diyar. Yan jî tiştên bi ajokaran re tên desteserkirin an jî wan direvînin û li hemberî wê fidyeyê dixwazin. Her wiha rêya M4 bi awayekî yekser topbaran dikin û hin caran rê bi temamî ji xizmetê derdikeve.”

DÊ LI GIRÊ SPÎ YA DAGIRKIRÎ SERHILDAN RABE'

Baz diyar kir ku di demên dawîn de dema dewleta Tirk zext zêde kir û dor li sivîlên li bajarê Girê Spî yê dagirkirî teng kir, bi taybetî ji aliyê ewlehî û jiyanî ve, şênî ji bêdengiya xwe derketin û li dijî çeteyan û artêşa Tirk a dagirker xwepêşandan li dar xistin. Her wiha xwestin ku çete ji herêmê wan derkevin û sûc, zextên leşkerî, zilm û îşkenceya li dijî wan bidin rawestandin.

Baz Efrîn diyar kir ku dema sivîl li dijî çeteyan xwepêşandanan li dar dixin, tên revandin, kuştin û li girtîgehan îşkenceyê li wan dikin, yan jî dibin cihên ne diyar.

'HELWESTA RÛSYA ŞERMOK E'

Efrîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Rûsya ya li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li dijî sivîlan pêk tîne û wiha domand: "Li eniyên şer ên bi dagirkeriya Tirk re û li ser rêya M4 nuqteyên çavdêriyê yên Rûsya hene. Ev nuqte dema ku êrişên dagirkeran li ser sivîlan zêde bûn û çekên giran bi kar anîn, hatin avakirin. Armanca avakirina van nuqteyan ew bû ku pêkanîna peymana agirbestê û aliyên ku bin pê dikin, bişopînin. Dema ev nuqte hatin avakirin êrişên li ser herêmê zêdetir bûn û rasterast gundên tije sivîl û navenda navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran û moşekan bêserûber hatin hedefkirin. Girîngya nuqteyên çavdêriyê tune ye û Rûsya ya garantor li hemberî sûc û binpêkirinên ku dagirkeriya Tirk pêk tînin, bi taybet binpêkirinên agirbestê bêdeng e. Em dikarin bêjin ku Rûsya bi bêdengiya xwe şirîka dewleta Tirk di êrişên wê yên li dijî herêmê de ye û ji bo berjewendiyên xwe li herêmê bi dagirker re li ser xakên veşartî li hev kiriye ku li ev berjewendî û lihevkirin li ser hesabê gel û xwîna wê ye. Yanî Rûsya xwe wekî garantor û parêzvanê gelê herêmê dide xuyakirin, lê li ser erdê ne wisa ye."

Fermandar Baz Efrîn îşaret bi rola QSD'ê li kantona Girê Spî û herêmê bi giştî kir û wiha axivî: " Em ê di parastina xak, gel û sînorê xwe de mafên parastina rewa bi kar bînin û em ê tola birîndarên komkujiyan hilînin, ji du salan ve em li gorî peymana agirbestê tev digerin."

Efrîn diyar kir ku ew soza parastina gel, xak û welatê xwe didin û li ser soza rizgarkirina bajarê xwe ji dagirkeriya Tirk û vegera hemû koçberan li warê xwe ne.

Fermandar Baz Efrîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê gelê me yê Girê Spî ji lîstok û komployên dewleta Tirk a dagirker hişyar be û jê dûr bikeve, nemaze piştî parvekirina ku di navbera malbatên Girê Spî de çêkir ku hin ji wan di hundirê de mane û hin din bi darê zorê koçber bûn."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UehLFoAYLR8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>