Di nav de 3 Tirk, DYA'yê ceza li 5 alîgirên El-Qaîde birî

Gencîneya Amerîkayê ceza li 5 kesên ku têkiliyên wan bi rêxistina El-Qaîde re hene ku 3 ji wan Tirk in, bir.

Di nav de 3 Tirk, DYA'yê ceza li 5 alîgirên El-Qaîde birî
16 îlon, 2021   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê li ser hesabê xwe yê fermî dateyên biryara nû parve kir û tê de diyar kir ku ceza li 5 kesên alîgirên El-Qaîde ku li Tirkiyê dixebitin birîn. Wezaretê da zanîn ku ev kes gelek xizmeta diravî û hêsankirina rêwîstiya pêşkêş El-Qaîde dikirin.

Gerînendeyê Nivîsgeha Çavdêriya Kar û Barên Biyaniyan Andreas da zanîn ku wezaret dê xebata bi şirîkên xwe re berdewam bike, da ku torên piştgiriya madî didin rêxisitna El-Qaîdê teşhîr bike û torên destekdayîna diravî ya ji bo rêxistina El-Qaîde bide sekiandin."

(eh)

ANHA