​​​​​​​SOHR: Sotemeniya Îranê di ser Sûriyê re derbasî Lubnanê bû

SOHR`ê ragihand ku kamyon û sahrîcên sotemeniya Îranê, ji Sûriyê derbasî Lubnanê bûne.

​​​​​​​SOHR: Sotemeniya Îranê di ser Sûriyê re derbasî Lubnanê bû
16 îlon, 2021   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Kamyon û sahrîcên tijî sotemeniya Îranê ji Sûriyê derbasî Lubnanê bûn. Di çend rojên dawîn de, sotemeniya ku ji Îranê hatiye, li bendera Benyasê dihat valakirin. Piştre derbasî Humsê hate kirin ku di bin kontrola Hizbullaha Lubnanê de ye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Firqeya 4`an rêya veguhastina kamyonan parast da ku bi hêsanî derbasî Lubnanê bibin.

(şx)