Li Hewlêrê hêzên Zêrevanî û şênî pev çûn

Li bajarokê Rizgarî yê navçeya Xebat a Hewlêrê ji ber rûxandina xaniyê dayika pêşmergeyekî şehîd, şêniyên bajarok li dijî hêzên Zêrevanî derketin û di navbera wan de pevçûn derket. Her wiha welatiyek birîndar bû.

Li Hewlêrê hêzên Zêrevanî û şênî pev çûn
16 îlon, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên sibehê de li bajarokê Rizgarî yê navçeya Xebat a Hewlêrê, ji ber rûxandina xaniyê dayika pêşmergeyekî şehîd, şêniyên bajarok nerazîbûna xwe nîşan da.

Di navbera welatiyan û hêzên Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê de pevçûn çêbû û welatiyek birîndar bû.

Şêniyên bajarok diyar dikin ku heke dîsa ew hêz ji bo rûxandina xaniyan were, dê dijî wan derkevin û ne tenê li taxa wan xaniyên bêdestûr hene, li gelek cihên din jî hene, lê ji ber ku li wan deran rayedar li gel wan in, kes dengê xwe nake.