Xweparastin parastina rêbaza xwezayî ya mirovahiyê ye

Xweparastin parastina rêbaza xwezayî ya mirovahiyê ye
16 îlon, 2021   09:38

GÎVARA ŞÊX NÛR

 

Heke em li pirtûkên dîrokê vegerin, em ê bibînin ku gelên berxwedêr mîna vîetnamiyan ên ku pergala xweparastinê li cem wan hebû, rêz ji wan re tê girtin. Lê yên pergala xweparastinê ava nekirine, li pêşberî hemû cureyên mêtingeriyê vekirî ne.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Doza Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de wiha dibêje: "Xweparastin yek ji rêgezên bingehîn ên avakirina neteweya demokratîk e û bêyî xweparastinê ne pêkan e li ser neteweya demokratîk bê axaftin."

Ji ber ku xweparastin beşek ji xwezaya zindiyan e û li cem hemû zindiyan heye di nav de ajal û şînatî lewra xweparastin mafekî rewa û xwezayî yê civak û kesan e. Lê pergalên dewletê gel û civak ji vê mafê bê par hişt. Bi armanca parastina desthilata xwe artêşa xwe ava kirin da ku gelên din dagir bikin, ne ku mîna îdia dikin ku ew dixwazin gel biparêzin.

Netewdewletê hemû hêza xwe bi kar anî da ku xêr û bera gelan bidizin. Dewleta Baas çi li Iraq an jî li Sûriyê ji bo kirîna çek û perwerdeya leşkerî budçe ji bo Wezareta Parastinê veqetand. Lê bi hiceta ku bi Îsraîlê re rû bi rû maye, ev encama vê budçeyê neketiya zixmeta gel.

Her civakek bixwaze xwe biparêze divê karînên xwe yên parastinê li ser bingeha gel û civakê ava bike. Pişta xwe nespêre artêş û dewletê. Ji ber ku mîna tê zanîn sazûmaniya dewlet û artêş ji bo parastina çînên bilind anku kêmneteweyan ji çînên jêr hatiye avakirin. Propagandakirina dewlet û artêşê xapandin û derketina ji rêya xwezayî ya mirovahiyê ye. Her wiha cureyek ji koletiyê ye.

XWEPARASTIN LI DIJÎ PIŞAFTIN Û QIRKIRINÊ YE

Rêber Abdullah Ocalan di pênasekirina pişaftinê de wiha dibêje: “Pişaftin; têkiliya yekalî ya ku desthilat serî lê dide ji bo ku li ser komên civakî yên ku kirine kole, pêk tîne da ku wan hilweşîne an ku bi xwe ve girê bide. Yanî ji bo berdewamkirina makenîzmaya desthilatê û bikaranînê, bi lêçûna herî kêm koleyan çêke.”

Li ser vê bingehê, bi rêya êrişkirina çand û nirxên gelan bi rêya taktîkên şerê taybet û derûnî kapîtalîst hewl dide bandorê li zihniyetê bike û wan bixe rewşekê ku li gorî perspektîfên hêzên dijminan tev bigere. Her wiha gel neçar dike ku bi dildarî vîna xwe radestî mêtînger bike. Yanî gelan neçar bike ku dev ji çanda xwe berde û li gorî çand û islûba jiyanê ya dagirkeran bijî. Her wiha tekekesî û bêaliyê bide rûniştandin ku di encamê de girêdana bi dozên civakî, nîştimanî û heta exlaqî ve nemîne.

Modernîteya kapîtalîst ne tenê bi çekê êriş dike, şêwazên wê yên cuda hene, ji hêla çandî ve gelan dike hedef. Ji bo van hemûyan divê sîstemeke parastinê bê avakirin. Ji bo ku nekeve nava lepên modernîteya kapîtalîst divê pergaleke parastina çandî, îdeolojîk û zimanî di heman demê de bê avakirin. Lewra rêber Abdullah Ocalan "Di parastina Kurdên ku navbera pencên qirkirina çandî de asê mane" kir navnîşana pirtûka xwe ya dawîn.

Cewhera mirov û rastiya wî di parastina xwe û civakê de nixumandî ye. Ji ber wê netewdewlet bi hemû rêbazan û êrişan hewl dide mirov li se rasta madî anku ji aliyê bedenî û çandî ve qir bike. Ev tişt di êrişên li dijî Ermen û Cuhiyan de diyar bû ku bi çanda xwe ya manawî ya bi hêz têne naskirin. Ew her du gel rastî gelek cureyên janosîdê hatin.

PERE Û ÇEKÊN PÊŞKETÎ XWEPARASTINÊ AVA NAKIN

Kovara National Interest a amerîkê di raporeke dirêj de ku di vê dawiyê de weşandiye behsa sedemên binkeftina artêşa Efganistanê ya li hemberî Talîban, ruxmî ku 300 hezar leşkerên wê hene û xwedî cebilxaneyeke pêketî ye, binkeftina artêşa Iraqê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li Musilê, reva hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji Şengalê dema bihîstin ku DAIŞ`ê li nêzî bajêr e kirin.

Di raporê de hat gotin: “Gelek rayedar dipirsên gelo çima artêşa nîştimanî ya Efganistanê bi vî lezê teslîm bû. Ev artêşa ku koalîsyona bi serkêşiya DYA`yê perwerde kiriye û bi milyaran dolaran lê xerc kiriye. Çawa dev ji çekên pêşketî berda ku Washington jê re pêşkêş kiriye û têrê dikir ku li hemberî Talîban bi ser keve. Heta Biden xwe da aliyekê û got wan her tişt dane artêşa Efganistanê guneha wan çi ye heke artêşê şer nekir?.”

Ji vir mirov kare fêm bike ku heke vîn, welatparêzî tune bû tu qîmeta pere û çek namîne. Ji bo gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet xweparastin gelek girîng e.

PKK HÊZEKE PARASTINÊ YE

Rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Heke em xwedî hemû hêzên cîhanê bin, em êrişî tu kesî nakin. Heke cîhan hemû êrişî me bike, em ê xwe biparêzin.” Ev gotin îsbat dike ku PKK hêzeke parastinê ye û xwedî îdeolojî ye.

PKK`ê bersiva hovîtiya pergalên dewletê yên kapîtalîst bû. Heta ku civakeke xwedî nirxên siyasî ava nebe, nasname neyê naskirin û jiyan serbixwe nebe, PKK`ê dev ji vê xeta xwe bernade.

(şx)

ANHA