Şêniyên Şêrawa: Li dijî topbarana rojane me vebijêrka me berxwedan e

Şêniyên gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî diyar kir ku ew ê li ser erdê xwe bin û li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî; wan rêya berxwedanê hilbijartiye.

Şêniyên Şêrawa: Li dijî topbarana rojane me vebijêrka me berxwedan e
16 îlon, 2021   00:44
ŞEHBA

Gundên navçeya Şêrawa yên li hemberî herêmên dagirkirî yên kantona Efrînê, rojane têne topbarankirin û di encamê de ji beriya 4 salan ve heta îro, bi dehan welatî şehîd bûn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê rojane gundê Soxanekê topbaran dikin.

Beriya çend rojan jî bi moşekekê mala welatiyê bi navê Rêzan Mamo hat hedefgirtin û beşek ji malê hilweşiya.

Welatiyê bi navê Mihemed Mamo yê ji gundê Soxanekê axivî û got: "Hedefa çeteyan ji wan êrişan ew e ku herêm vala bibe, da ku herêmê dagir bikin. Ji lew re ev êriş êrişên dagirkirinê ne û bi armanca welatiyên gund bên tirsandin û bidin koçberkirin.”

Mamo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide dewleta Osmanî ji nû ve ava bike û wiha dewam kir: "dewleta Tirk bi koçberkirina me ji herêmê, hewl dide dewleteke Osmanî ya din li ser erdê me ava bike. Ji dema ku kantona Efrînê hatiye dagirkirin û vir ve, êrişên li dijî gundên navçeya Şêrawayê berdewam dikin."

Mamo xîtabî serokkomarê Tirkiye Erdogan kir û got: "Çiqasî hovîtiya te li dijî me zêdetir bibe jî, em ji gundê xwe dernakevin, ev erdê me ye û em ê li ser bimînin. Ez jê dipirsim; gelo yên berî te çêkirin, karîn me qir bikin? Tu jî wekî wan e; tu nikarî vê yekê bikî."

Welatiya bi navê Roşîn Mamo ya ji heman gundî jî axivî û li hemberî êrişên dewleta Tirk soza berdewamkirina berxwedanê da. Roşîn Mamo ev li gotina xwe zêde kir: "Çiqas dewleta Tirk û çeteyên wê hewl bidin me bidin koçberkirin jî, em bi ax û gundê xwe ve girêdayî ne."

Roşîn destnîşan kir ku welatiyan li dijî sûcên dagirkeran rêya berxwedanê hilbijartiye û wiha dewam kir: "Dema ku topbaran dest pê dike, welatî xwe di jêrzemîn û şikeftan de diparêzin û jiyana xwe berdewam dikin.”

Hevserokê Meclisa Navçeya Şêrawa Henîf Sîdo jî axivî û got, topbaran bêserûber e û di encamê de jiyana welatiyan dikeve xeteriyê. Henîf Sîdo destnîşan kir ku ev gund rojane ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve têne tobparankirin û bi domdarî got: "Jiyana sivîlan dikeve xeteriyê. Mala ku beriya çend rojan hate hilweşandin a sivîlekî ji gund bû, lê wê demê tu kes di malê de tune bû."

Henîf Sîdo îşaret bi berxwedana welatiyan kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ruxmî vê topbaranê jî, lê welatî li gundên xwe man û naxwazin terka wan bikin, ger bi darê zorê ji Efrînê koçber bûn, lê ew ê nikaribin carek din vê yekê bikin, ji ber ku êdî sivîl planên li dijî wan têne sazkirin, dizanin."

(eh)

ANHA