Dr. Gianni Tognoni: Helwesta Ewropayê ya li hember tecrîdê skandaleke siyasî ye

Sekreterê giştî yê Dadgeha Navneteweyî Dr. Gianni Tognoni diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê siyasî ye û diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê zexteke giran li Ewropayê bê kirin.

Dr. Gianni Tognoni: Helwesta Ewropayê ya li hember tecrîdê skandaleke siyasî ye
16 îlon, 2021   04:29
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Sekreterê giştî yê Tribunala Navneteweyî Dr. Gianni Tognoni bal kişand ser rola Ewropayê ya di rewşa heyî de û têkildarî tecrîda giran û bêhiqûqiya darizandinên li Îmraliyê yên li dijî rêber Abdullah Ocalan got: "Ev yek nîşanî me dide ku sedemên siyasî çawa dikarin qanûnan têk bibin. Ji ber têkiliyên xwe yên berjewendîperest ên bi Tirkiyê re ku qanûn serobin kirine, divê hesab ji Ewropayê were xwestin."

Dr. Gianni Tognoni helwesta Ewropayê ya di vê mijarê de wek "skandala siyasî" bi nav kir û got tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de tê meşandin.

Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gelan a Daîmî (Tribunala Navneteweyî) ya li Romayê Dr. Gianni Tognoni diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, xwedî gelek aliyên siyasî ye û destnîşan kir ku divê parêzerên li Ewropayê jî ji bo jinûve darizandina rêber Ocalan bi awayekî çalak bixebitin.

'DIVÊ BIRÊZ OCALAN LI DADGEHEKE SERBIXWE BÊ DARIZANDIN'

Dr. Gianni Tognoni diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji ber sedemên siyasî û berjewendiyên siyasî hê jî li Îmraliyê tê ragirtin û got: "Divê komek ji parêzerên li Ewropayê di asteke wisa de bixebite ku bikare ji nû ve doza têkildarî birêz Ocalan veke. Ev doz divê di dadgeheke serbixwe de pêk were. Dîsa divê der barê mijarê de raya giştî bê agahdarkirin. Dozên li hemberî birêz Ocalan ji ber sedemên siyasî bi awayekî veşartî hatin meşandin. Biryara binpêkirinê û ji nû ve darizandinê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku niha di rojevê de ye, tê nîqaşkirin. Di vê rewşê de, divê li ser pêvajoyeke dozê ya gengaz û zelal bê nirxandin ku parêzer jî vê tevkariyê bikin. Divê bibe dozeke gelemperiyê. Pêvajoyeke bi vî rengî dê bi rengekî cidî azadiya birêz Ocalan misoger bike."

Tognoni diyar kir ku dewleta Tirk di hemû darizandinan de dibe pirsgirêkek cidî û wiha axivî: "Ji tiştekî ku di navbera Tirkiye û Ewropayê de pêk tê, li benda nêzîkatiyeke li gorî hiqûqa navneteweyî nebin. Hûn nikarin bibînin ku di tu gavên di navbera Ewropa û Tirkiyê de tên avêtin, peymanên navneteweyî û qaîdeyên hiqûqî tên dîtin. Nêzîkatiya li birêz Ocalan yek ji pirsgirêkên herî girîng e û yek ji mînakên herî nebaş e. Nîşanî me dide ku sedemên siyasî çawa dikarin hiqûqê binpê bikin. Ewropa ji ber têkiliyên xwe yên berjewendîperest ên bi Tirkiyê re, divê hesab jê were xwestin. Tevî ku di rastiyê de ne parçeyek ji sîstema Ewropayê ye jî, ev rewş bi tenê ji ber ku berjewendiyên xwe bi NATO'yê re hene, tên meşandin. Divê Ewropa dest ji sûdwergirtina ji vê rewşê berde û pişta dewleta Tirk negire.”

'TECRÎD BIRYAREKE SIYASÎ YE'

Dr. Gianni Tognoni diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê biryareke siyasî ye û wiha dewam kir: "Tecrîd wek helwesteke siyasî tê pêkanîn û wek navgîneke tepisandinê tê bikaranîn. Li Brîtanyayê jî heman tecrîd li ser Julian Assange heye. Dewlet bêyî ku biryarên DMME’yê li ber çavan bigirin, tecrîd û îzolasyonê ferz dikin. Dema em li rewşa girtiyên siyasî dinêrin, em nikarin bibêjin ku dadgehên navneteweyî serbixwe dixebitin. Di rastiyê de helwesta Ewropayê di şexsê birêz Abdullah Ocalan de skandaleke siyasî ye. Rewşek e ku li cîhanê bêbaweriyê diafirîne. Divê bi lez û bez pêşî li vê rewşê bê girtin."

'DIVÊ LI EWROPAYÊ XEBATEK JI BO SEFERBERBÛNA GEL Û SIYASETMEDARAN BÊ MEŞANDIN'

Dr. Gianni Tognoni diyar kir ku neafirandina zexteke giran a li Ewropayê di dewamkirina tecrîdê de jî bandora xwe heye û got: "Tecrîda li ser birêz Ocalan, mînakeke girîng a binpêkirina qanûnan û neqebûlkirina hiqûqa navneteweyî ye."

Tognoni di dawiyê de got: "Ez hê jî difikirim ku ji bo ku gelên Ewropayê li dijî tecrîdê seferber bibin, divê siyasetmedaran seferber bikin û bi Ewropayê bidin qebûlkirin ku şirîkê vî sûcî ye û ji bo vê yekê têra xwe zext nehatiye afirandin. Birêz Ocalan wek girtiyekî siyasî ji aliyê dewleta Tirk û hêzên hegemonîk ve li wir tê ragirtin. Divê ev ji her kesî re were gotin. Parêzerên wî ji bo vê bixebitin, lê divê parêzerên li Ewropayê jî tev bigerin. Di mijara birêz Ocalan de divê ev yek di warê bicihanîna qanûnan û îsbatkirina dewleta hiqûqê de bê meşandin. Mekanîzmayên mafên mirovan ên li Ewropayê divê di zûtirîn demê de polîtîkaya tecrîdê ji holê rakin û berjewendiyên siyasî deynin aliyekî û li ser rêgeza dewleta hiqûqê xebatên xwe bidomînin."

DR. GIANNI TOGNONI KÎ YE?

Sekreterê giştî yê Dadgeha Gel a Daîmî ya Romayê Dr. Gianni Tognoni ku bijîşîk e, ji sala 1979'an û vir ve sekreterê giştî yê Dadgeha Gel a Daîmî ye. Dr. Tognoni jî ji sala 1973'yan heta 1976'an beşdarî duyemîn Dadgeha Russell a li ser dîktatoriyên Amerîka Latîn bû û beşdarî amadekirina pêşnûmeya Danezana Gerdûnî ya Mafên Gelan bû ku di sala 1976'an de li Cezaîrê hat îmzekirin. Tognoni wek bijîşk, zêdetirî 30 salan e li Enstîtuya Mario Negri ya li Milanoyê lêkolîner e. Ji sala 2019'an ve endamê Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî ye.