ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 16-9-2021`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 16-9-2021`AN
15 îlon, 2021   23:00

-Şêniyên Kantona Kobanê bang li tevahiya şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got dive hûn xwe ji şerê pêşwext re amade bikin, ji ber ku parastina herî baş, girêdana bi xak, hevgirtin û xwedîderketina li QSD`ê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên gundê Soxanakê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku ew ê li ser erda xwe bin û li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî; wan rêya berxwedanê vebijartiye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîme Hemo gelê Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar kir ku dewleta Tirk bi rêya xapandina ciwanan û teşwîqkirina koçberiyê dixwaze herêmê vala bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Pêkhateyên Til Temirê diyar kir ku dagirkeriya Tirk armanc dike herêmê ji şêniyên wê yên resen vala bike û diyar kir ku xaka xwe ji dagirkeran re nahêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Sekreterê giştî yê Dadgeha Navneteweyî Dr. Gianni Tognoni diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê siyasî ye û diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê zexteke giran li Ewropayê bê afirandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê piştgiriya yekser a PDK`ê ji dewleta Tirk re rexne kir û hişyarî dan ku ger PDK`ê vê hevkariyê bidomîne, dê Başûrê Kurdistanê hemû destkeftiyên xwe winda bike. (BI WÊNE)

-Dayikên şehîdan ên Kantona Kobanê, bang li PDK'ê kirin ku çarenûsa gerîlayên ku berî du mehan li navçeya Xelîfanê ji aliyê hêzên wan ve hatibûn revandin, eşkere bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Nivîsgeha Jinelojiya ya Hesekê bi armanca vejandina çanda ermenî, li hola nivîsgeha Ermen ya li taxa Nasra şevbuhêrkekê li dar dixe. Saet 17:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Heke em li pirtûkên dîrokê vegerin, em ê bibînin ku gelên berxwedêr mîna vîetnamiyan ên ku pergala xweparastinê li cem wan hebû, rêz ji wan re tê girtin. Lê yên pergala xweparastinê ava nekiriye li ber hemû cureyên mêtîngeriyê vekirî ye.

CIVAK Û JIYAN

- Gelê Sûriyê di rewşeke aborî ya dijwar de ye piştî ku ji sedî 90 ji wan gihaştin sînorê xizaniyê, li gendeliya berfireh a hikumetê û bazirganên şer ên ku gel bi kar tînin. Ev rewşên xitimandî sûriyeyiyan ber bi çarenûseke nediyar ve dibin.

-Bijîşkekî nexweşiyên sîng bang li şêniyan kir ku xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin û hişyariya li ser belavbûna pêla çarem a vîrusa Koronayê da.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koçberên Efrînê piştrast kirin ku ruxmî ku UNICEF`ê li hemberî bangewaziyên wan biryara xwe ya kêmkirina ava vexwarinê li herêmê didomîne, lê berxwedana wan berdewam e. Her wiha biryara wan bi biryareke neheq wesifand.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA