ꞌPêwîstiya welat ji her demê zêdetir bi ciwanan heyeꞌ

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbic û Gundewarê wê Ehmed Yûsif li ser hewldanên hin ciwanan ku dixwazin welat terik bikin, got: "Penabertî enerjiya welatê wan têk dibe, ku ji her demê zêdetir pêwîstiya wê bi ciwanan heye."

ꞌPêwîstiya welat ji her demê zêdetir bi ciwanan heyeꞌ
13 îlon, 2021   04:37
MINBIC-EHMED QERACE

Yek ji rewşenbîrên bajarê Minbicê Ehmed Yûsif diyar kir ku di demekê de ku pêwîstiya welat bi avakirinê heye, hin alî hewl didin ciwanên li Sûriyê bidin koçberkirin û wan tengav bikin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbic û Gundewarê wê Ehmed Yûsif da zanîn ku tim şoreş bi pêşengtiya ciwanan dest pê dike, ji ber ku ciwan enerjî û hêza civakê ne û civaka ku bêyî vê enerjiyê nikare pêşbikeve.

Yûsif destnîşan kir ku ciwanên ku hedefa wan a yekemîn bûye penabertî, texmîn dikin ku ew ê gelek tiştan bi xwe re bîne, asoyên nû ji wan re veke û wiha axaftina xwe dewam kir: "Lê di rastiyê de ev penabertî enerjiya welatê wan têk dibe, pêwîstiya welat vê demê ji her demê zêdetir bi ciwanan heye. Di heman demê de dibe ku li derve bandoreke neynî li wan bike, ji guhartina raman bigire û heta bi zextên ku li welatê xerîbiyê zehmetiya wê dikişînin."

Yûsif diyar kir ku bandorên neyinî yên penabertî li hundir û derve hene û wiha pêde çû: "Li hundir dihêle ku enerjî û derfetên mezin ên welat têk biçin. Ji ber ku welat niha di pêvajoya ji nû ve avakirin û vekirina saziyan de ye, lê dibe ku rewş ji bo ciwanan zehmet be û derfet kêm bin. Lê divê ciwan hîn zêdetir hişyar bin da ku van pirsgirêkan derbas bikin ne ku jê birevin."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Minbic û Gundewarê wê di dawiyê de ev axaftin kir: "Divê rêveberî û sazî hîn zêdetir bi ciwanan û rola wan a di civakê de eleqedar bibin, derfetên kar ji wan re peyda bikin, ji ber ku berpirsyarî dikeve ser milên her kesên di civakê de û rêxistinên civaka sivîl. Her wiha divê ciwan ji bo parastina vê enerjiyê hevkar bin."

Di hefteyên derbasbûyî de bi dehan ciwanan dema ku hewl dan sînorê Sûriyê-Tirkiyê derbas bikin, li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin îşkencekirin û birîndarkirin. Dîsa jî bi sedan ciwan ku xwestin xwe bighînin dewletên Ewropayê di deryayan de noqî avê bûn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RFnTLyiAIrI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>