Şêx Ehmed Hemo: Hêzên navneteweyî naxwazin tecrîdê bi dawî bikin

Hevserokê Meclisa PYD’ê ya kantona Kobanê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan. Her wiha got, digel tecrîdê tu çareserî li Rojhilata Navîn tune ne.

Şêx Ehmed Hemo: Hêzên navneteweyî naxwazin tecrîdê bi dawî bikin
13 îlon, 2021   06:23
KOBANÊ

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyeke xwe de wiha dibêje: "Modela neteweya demokratîk weke modeleke çareserker, têkiliyên civakî yên neteweperestiya dewletê parçeparçe kirine ji nû ve demokratîze dike, li hev tîne, aştiyane û bêhnfireh dike. Kengî dewleta netewe ber bi neteweya demokratîk ve biberide ev yek ê bi xwe re destketiyên gelekî mezin bîne. Modela neteweya demokratîk beriya her tiştî têgihiştinên civakî yên bi şîddetê barkirî bi serwextbûneke rast a civakî nerm, mirovane û milahîm dike ango mirovî biaqil û hestyar dike, wî dike mirovê xwedî empatî û xweşbîn."

‛FIKIRÊ KU RÊBER OCALAN PÊŞNIYAR KIRIYE, LI DIJÎ PROJEYA ROJHILATA NAVÎN YA MEZIN YA AMERÎKAYÊ BÛ’

Projeya ku rêber Ocalan di parêznameya xwe pêşniyar kir, li kêrê dewletên faşîst ên ku beşdarî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan di 1999’an de bûne nehat, ji ber ku li dijî planên wan bûn, bi wê re dewleta dagirker tecrîd li dijî rêber Ocalan ferz kir.

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo wiha domand: "Fikirê ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye li dijî projeya Rojhilata Navîn a Mezin e ku Amerîka ji bo guhartina nexşeya herêma Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye. Armanc projeya amerîkî gel di bin serweriya wê de bin. Lê armanca fikirê rêber Ocalan gel ji zulm û destpotiya bi dirêjahiya sedsalan rizgar bibin."

Hemo wiha li axaftina xwe zêde kir: "Heger em komploya li dijî rêber Ocalan a 1999’an bînin bîra xwe ku tevahî dewletên cîhanê tê de beşdar bûn, em hêrs û nefreta wan dewletan ji fikirê rêber Ocalan û têkbirina planên mêtingeriyê li herêma Rojhilata Navîn bibînin."

Hemo destnîşan kir ku projeya ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye ji tevahî gelên Rojhilata Navîn re çareserî ye ku xwe bigihîne nasnameyên xwe û piştî tariyeke dirêj xwe nas bikin û got: "Di beşek mezin a vê projeyê de çareserî ji şerên navxweyî re yên li herêmê rû didin hene. Dewletên mezin ên li cîhanê naxwazin şer bi dawî bibin, ji ber ku bi bidawîbûna şer re desthilata wan li herêmê bi dawî dibe.

Rêber Ocalan beriya şoreş li herêmê pêk werin pêşbîn kir, beriya Amerîka êrişî Iraqê bike jî pêşbîn kir û got dê Iraq ji hêla Amerîkiyan ve were dagirkirin û yê ku li herêma Mezopotamyayê bi ser keve ew ê projeya xwe li herêma Rojhilata Navîn ferz bike.

Şêx Ehmed Hemo ev tişt got: "Armanca rêber Ocalan ew bû ku zihniyeta gelê li herêmê were guhartin û zana bibin. Ji ber piştî şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn dewletên serketî hegemoniya xwe li ser herêmê ferz kir û zihniyeta gel cemidand. Heta partiyên ji fikirê rêber Ocalan ava bûne ji bo azadiya gelan tê dikoşiyan û hêza xwe ji gelên herêmê werdigirtin. Berovajî partiyên cîhanê yên girêdayî rejîman, ji bo wan rejîman û armancên takakesî tê dikoşin."

Hemo wiha axaftina xwe berdewam kir: "Fikirê biratiya gelan pir girîng e. Ev çareya yekane ji tevahî kirzên li Rojhilata Navîn re ye. Jiyana hevbeş a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beşdariya tevahî ciwanên wê di berxwedana li hember êrişên li ser herêmê de, rewabûna pêkanîna vî fikirî li Rojhilata Navîn bi tevahî îsbat dike. Bo nimûne di navbera Îsraîl û Fîlistînê de şer heye û bi rêya projeya neteweya demokratîk şer dikare were çareserkirin û bi hev re wek bira bijîn."

Hevserokê PYD’ê yê Kobanê Şêx Ehmed Hemo wiha got: "Fikirê wan pir teng bû, difikirîn heke rêber Ocalan bigirin dê bikaribin şoreşa fikirî ya rêber Ocalan têk bibin mîna beriya wê 28 serhildanên Kurdan têk birin. Lê belê piştî komployê berovajî wê pêk hat. Şoreşa fikirî bû şorea gel û ne tenê ya rêber Ocalan bû. Ev şoreş mîna welidîneke nû ji gelên Rojhilata Navîn re bû."

Şêx Ehmed Hemo bang li tevahî gelê herêmê kir ku dakevin qadan da ku tecrîdê bişikînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber rêber Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji ber ku Kurd e tê koşiya, lê belê ji ber gelê Kurd rastî azar, destpotî û bêmafiyê dihat. Nîşaneya vê yekê jî rêber Ocalan di parêznameya xwe de wiha dibêje; Ne ji ber ez Kurd im parastina kurdan dikim, lê belê ji ber gelê Kurd bindest e, heke zilm li ser wî tune bûya, min ê niha parastina gelekî dîtir bikira."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tm8Uix2Cbig" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>