Koçberên Efrînê li dijî tecrîdê banga xurtkirina berxwedanê kir

Koçberên Efrînê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û da zanîn heta ku ew Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nekin, wê têkoşîn û berxwedana xwe bidomin.

Koçberên Efrînê li dijî tecrîdê banga xurtkirina berxwedanê kir
13 îlon, 2021   00:51
ŞEHBA – LEYLA LORÎN 

Li dijî pergala li Îmraliyê tê meşandina û şerê dagirkeriyê, her ku diçe di nava raya giştî û Kurdan de helwest û bertek zêde dibin.

Koçberên Efrînê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, helwest û nerazîbûnên xwe diyar kirin.

‘HETA KU EM RÊBER APO AZAD NEKIN EM RANAWESTIN’ 

Şêniyê bi navê Mihemed Henan bal kişand ser tecrîda girankirî ya ku 22 sal in li ser Rêber Abdullah Ocalan tê pêk anîn, şermezar kir û wiha got:" Ev 22 sal e komploya navnetewî berdewam e. Tecrîda girankirî jî girêdayî kirasê komploya navneteweyî tê meşandin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO bi destê hêzên hegemon tê meşandin. Hêzên desthilat di heremê de li gorî berjewendî û hesabên xwe tevdigerin. Projeya rêber APO ya Neteweya Demokratîk, berjewendiyên dewletên zilhêz asteng dike û hêza civakan derdixe pêş. Ji ber wê yekê tecrîda girankirî li ser Rêber APO giran dikin û şerê dagirkeriyê li serenserî Kurdisanê berfireh dikin."

Henan da zanîn ku wan bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe nas kirine û wiha dawî li axaftinê xwe anî:" Me weke gelê Kurd xwebûna xwe bi fikrê Rêber APO nas kir. Me çêja azadiyê bi fikrê Rêber APO hîs kir. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêber APO ji bo gelan jiyanek nû da avakirin, lewma weke gel heta ku em Rêber Abdullah Ocalan azad nekin, em ê ranewestin."

‘EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ QADÊN BERXWEDANÊ VALA NEHÊLIN’

Endama meclîsa Til Rifetê ya herêma Şehba Hena Ehmed Mihemed jî diyar kir ku siyasetên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, li ser jina Kurd jî tê meşandin û wiha berdewam kir:" Tecrîda ku şexsê Rêber Apo de tê pêk anîn, li ser jina Kurd jî tê meşandin û di heman demê de qirkirina Kurd e. Heta ku em tecrîdê neşkînin û Rêber APO azad nekin, em ê her tim li qadên berxwedanê bin."

Şêniyê bi navê Fexrî Omer Sultan jî bal kişand ser girîngiya fikrê Rêber Abdullah Ocalan û wiha got:" Hêza çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn fikrê Rêber Abdullah Ocalan e. Lewma divê Rêber Abdullah Ocalan di zûtîrîn dem de bigihêje azadiya xwe."

ANHA