ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-09-2021
11 îlon, 2021   23:00

- Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a bajarê Helebê Sûad Hesen diyar kir ku dewletên kapîtalîst, di serî de dewleta Tirk ji ramanê Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, ji ber vê yekê tecrîdeke giran li ser wî ferz dikin. Sûad Hesen got, tecrîd li ser tevahî cîhanê xeter e.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî jinên Efrînê yên revndî‏ ‏digel ‎bêdengiya civaka navneteweyî û hesabxwestina wê li girî qanûnên navneteweyî û ‎peymanên Cinêv 4 a 1949’an berdewam dikin.‎

- Şervanên ku di berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê birîndar bûne derketina ciwanan a derveyî welat rexne kirin û hişyarî dan ku nekevin xefka şerê taybet ku dewleta Tirk ji bo valakirina herêmê ji ciwanên wê dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên gerîla têkildarî şehîdxistina 7 gerîlayan ji aliyê hêzên PDK'ê daxuyaniyekê li navenda Kongreya Star a bajarê Qamişlo didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Komîteya danûstandina herêmê ya Dera şertên Rûsya yên lihevkirina giştî û radestkirina çekên sivik, her wiha şertên ku serweriya hikumeta Şamê li Dera El-Beled vedigerîne, pêk tîne. Li aliyekî din îslamiyên li Mexribê di hilbijartnan de têk çûn.

POLÎTÎKA

- Rojnamevan Veysî Sarisozen derbeya 12’ê Îlonê ya li Tirkiyê wek "rojbûna siyaseta îro ya Tirkiyê" pênase kir û got "Senteza  Tirk-Îslamê îro di tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê de xeta faşîzma Tirk ava kiriye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokên partiyên Kurd nerazîbûn nîşanî tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re da û bang li hêzên PDK'ê kir ku ji nuqteyên gerîla vekişin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Muxalifê sûrî û Koordînatorê Kombûna Sûriyên Îlmanî ya  Demokratîk a Siwêda diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser li Sûriyê baştirîn model e û di hemû qadan de gaveke mezin avêt.

ANALÎZ

- Rêber Abdullah Ocalan têkildarî darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê tine ser ziman ku yek ji çalakiyên herî girîng ê Gladîo’ya NATO’yê ye û dibejê: “Heta vê demê NATO û Gladîo’ya Tirk di nava hev de û ji hêzên din ên ewlekariyê serbixwe hem jî di ser wan re bi rolekê rabûne û pêkanîne.”

ÇAND Û HUNER

- Di demekê de ku herêma Rojhilata Navîn bi rageşiyê re rû bi rû ye, hêzên hegemon hewl dide hebûna xwe di nav şaristaniyên heyî de ava bikin. Ji ber vê yekê heta ku li ser hesabên şaristaniyên kevnare be jî, bi hemû rêbazan hewl didin dîrokeke nû ji herêmê re binivîsin.

ANHA