Ocalan: Darbeya 12’ê Îlonê çalakiya herî berfireh a Gladîo’ya NATO’yê bû

Ocalan: Darbeya 12’ê Îlonê çalakiya herî berfireh a Gladîo’ya NATO’yê bû
12 îlon, 2021   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan têkildarî darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê tine ser ziman ku yek ji çalakiyên herî girîng ê Gladîo’ya NATO’yê ye û dibejê: “Heta vê demê NATO û Gladîo’ya Tirk di nava hev de û ji hêzên din ên ewlekariyê serbixwe hem jî di ser wan re bi rolekê rabûne û pêkanîne.”

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan derbarê darbeya 1980 ya 12`ê Îlonê de wiha ne:

Darbeya 12’ê Îlonê senteza Tirk-Îslam qebûl kir û vê jî tevgera faşîst a nifşên sêyemîn kir rojevê. Ev ekola ku em dikarin jêre Faşîzma Tirk a Kesk bibêjin, DYEyê ji salên 1970’î ve li dijî belavbûna Yekîtiya Sovyetê ya li Rojhilata Navîn, ji bo derxistina Rûsya Sovyetê ji Afganistanê û lebikandina wê li Asya Navîn bi pirsgirêkan û pêşîgirtina pêşketina sosyalîzm û demokrasiyê li welatên Îslamî, li gorî milliyetgiriya nijadperest bêhtir kêrhatî dît û destek dayê. Bi palpiştiya Emerîkayê ev ekol xurt bû. Tevgera Îslamî bi giranî li ser hîmê xizmetkariya ji hegemonya Ingilîz re derketiye holê. Ji modernîteya kapîtalîst serbixwe nîne. Weke ku tê zanîn, millîgir û azadîxwaz nîne. Weke versiyoneke milliyetgir a kapîtalîst hatiye hûnandin. Hedefa wê ya bingehîn ew e, pêşî bigire li civakên bi giranî bi çanda Îslamî radibin ji bo demokratîze û sosyalîst nebin û çanda Îslamê entegreyî kapîtalîzmê bike. Yek ji wan amûran e ku tevahiya hêzên hegemonîk wê bi vê armancê bi kar tînin.

Weke ku tê zanîn, AKP di sala 2001’ê de derneketiye holê; bi kêmanî kokên wê digihîjin heta darbeya 12’ê Îlonê. Di dema Serokê DYE’yê G.W. Bush de Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ket rojevê û herweha dagirkirina Afganistan û Iraqê, projeya Îslama Nerm a li Tirkiyê kir alternatîfeke nû. Senteza Tirk-Îslamê ya bi darbeya 12’ê Îlonê li Komara Tirkiyê kirin îdeolojiya fermî, ya rastî gavavêtineke bi patenta DYE û Ingilîstanê bû.

Bi darbeya eskerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hewl dan ji pêxîrtengiyê rizgar bibin. Ji bo derketina ji vê pêxîrtengiyê polîtîkayên wan ên bingehîn di qada ekonomiyê de vekirina deriyên xwe ji derve re û bi sîstema global a fînansê re pevkelîn bû, di qada îdeolojîk de jî tevî milliyetgiriyê berê xwe dan milliyetgiriya Tirk-Îslamê û bi dewleta netewe ya laîk palpiştiya dewleta netewe ya Tirk-Îslamê kirin. Darbeya 12’ê Îlonê çalakiya herî berfireh a Gladîo’ya NATO’yê bû. Erk û wezîfeya wê ew bû ku tevahî çalakiyên şoreşger demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn bi awayekî mayînde bitepisîne. Heta roja me ya îro hewl dide ku vê rola xwe bi tevahî komên faşîst ên sivîl û hêmanên nîv-mîlîter ên sîstemê bimeşîne. Bi tevahî partiyên siyasî çi desthilatdarî dibe çi jî muxalefet dibe, hemû mîna diranê çerxekê bi rola herî girîng radibin.

Kirinên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê, di serî de zindana Amedê li zindanên bi mirovan hatibûn tijîkirin êşkenceyên xeternak dihatin kirin û şertên jiyanê bi xwe bi temamî kiribûn mîna kompên komkirinê, ev hemû hêmanan tavilê destpêkirina pêngava nû ya stratejîk ferz dikirin. Wekî din darvekirin di rojevê de bûn. Rojiyên mirinê destpêkiribûn. Eger me yê tiştek bikira diviyabû me di dema wê de bikira. Dîrokê wê derengmayîna me nebexşandana. Jixwe çalakiyên bi rengî xweparastinê ti carî nesekinîn; carinan kêm carinan zêde timî dewam kirin. Ya diviyabû me bikira ew bû, çalakiyên dihatin kirin me derxista asteke jortir. Ji bo vê amadekarî têra xwe hatibûn kirin. Eger em ji bo stratejiya şerê gel ê xwe disipêre hêza xwe zêde bisekiniyana û me wext derbas bikirana, wê ev bihata maneya oportunîzmê.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê weke serkêşê sereke yê tevgera Gladîo, ji serî ve hem di destdekdana darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de û di tesfiyekirina tevahî hêzên demokratîk û sosyalist de, hem jî weke parçeyekî van tevgeran di tesfiyekirina Tevgera Kurd û PKK’ê de bi roleke çalak rabû. Destek da bi tevahî operasyonên eskerî yên piştî 1984’an hatin meşandin. Ji aliyê dîplomatîk û polîtîk ve dor teng kir, tecrîd kir. Ji bo tesfiyekirina Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ango çalakiya herî berfireh a Gladîo tevahiya NATO’yê û sîstema sosyalîzma pêkhatî bi kar anî.

Tirkiyê berda ser Sûriyê. Jixwe Îsraîl jî bi xwe hêza amadekar a vê polîtîkayê û bi hostetî pêkhênerê wê bû. Di vê çarçoveyê de Sûrî demeke dirêj li hemberî tevgerên tesfiyekirinê li ber xwe da. Lê di dawiya dawî de ew jî Rûsya jî li gorî berjewendiyên dewleta netewe bi sîstema serdest re li ser hin peymanên bi dizî li hev kirin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî pirr zelal derket holê û îspat bû ku di vê pêvajoya tesfiyeyê de hegemonya diyarker û bingehîn sîstema modernîteya kapîtalîst a bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye.

Ji qonaxa komê heta bi darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê, herçiqasî hêzên Gladîo di dewrê de bin jî êrîşên bi armanca şopandin û tesfiyekirina PKK’ê bi giranî bi destê hêzên ewlekariyê yên ji rêûresmê (MIT, Emniyet-Hêzên Polês û Jinderme) hat meşandin. Ez yeqîn dikim ku bi sedema bawer nedikir wê koma me zêde mezin bibe weke komên din ên di rewşa aktor û çalak de nehat şopandin.

Pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka nasnameya îdeolojîk derket veguherî pirsgirêka şer, di vê de jî pareke diyarker a polîtîkayên îmha û înkarê yên faşîzma 12’ê Îlonê hewl da bi teroreke eşkere bimeşîne heye.

Bêhtir rast e ku mirov AKP’ê weke bi sazîbûna îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û çandî ya rejîma 12’ê Îlonê binirxîne. CHP’ya Komara Yekemîn çi be, AKP’ya 12’ê Îlonê ya Komara Duyemîn jî ew e. AKP dixwaze desthilatdariya xwe ya hegemonîk bi Destûra Bingehîn (ya rastî, versiyoneke lîberal a Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê ye) tacîdar bike. Armanca bingehîn a hilbijartinên 2011’an ev e.

Bi Darbeya Eskerî ya 12’ê Îlonê di çarçoveya bûyerên hundir de bêyî cudahiya Kurd-Tirk, çepgir-rastgir, Elewî-Sunnî bikin, dixwestin hêzên li derveyî kontrolê hemûyan tesfiye bikin. Gladîo NATO di çarçoveya Tirkiyê de jî ji salên 1960’î ve kontrola xwe ya zêde dikir bi darbeya 12’ê Îlona 1980’î derxist asta herî jor. Lewma li pişt pîlana tesfiyeyê hemû hêzên hevgirtinê hebûn. Bi vî awayî rola Komarê ya ji dema damezrandinê hatibû dayîn bi hinek guhertinên piçûk bi awayekî esasî dewam dikir.

ANHA