'Tecrîd li ser tevahî cîhanê xeter e'

Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a bajarê Helebê Sûad Hesen diyar kir ku dewletên kapîtalîst, di serî de dewleta Tirk ji ramanê Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, ji ber vê yekê tecrîdeke giran li ser wî ferz dikin. Sûad Hesen got, tecrîd li ser tevahî cîhanê xeter e.

'Tecrîd li ser tevahî cîhanê xeter e'
12 îlon, 2021   06:08
HELEB- ARIF SILÊMAN

Rejîma Tirk ev 22 sal in tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dikin, bi vê yekê dixwaze fikirê rêbertî yên der barê çareserkirina pirsgrêkên li Rojhilata Navîn de belav nebe.

Derbarê vê mijarê de, hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Sûad Hesen got, gelên Rojhilata Navîn ji ber şer û nakokiyên aborî û leşkerî yên di navbera hêzên navneteweyî de di qonaxên xeternak re derbas dibin.

Li ser tecrîda girankirî ya ku desthilata Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, Sûad Hesen diyar kir ku armanc ji tecrîda ku desthilata Tirk li ser rêber Apo ferz kiriye ew ku peyamên rêbertî neghêjin gelên herêmê û wiha domand: "Ji ber ku ji fikir û felsfeya rêbertî ditirse, ku çareseriyan ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re pêşkêş dike."

'DIVÊ CPT ERKA XWE BI CIH BÎNE '

Sûad Hesen bi domdarî got: "Demek dirêj e, me der barê tenduristiya rêber Ocalan de tu agahî negirtiye. Ji ber vê yekê, divê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) erka xwe bi cih bîne û rewşa tenduristiya rêber Ocalan eşkere bike û tecrîdê rake. "

Sûad têkildarî metirsiya tecrîdê diyar kir faşîzma Tirk bi ferzkirina tecrîdê li ser rêber Apo dixwaze gelan bi giştî û bi taybet gelê Kurd tune bike û projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan a ji aliyê rêber Ocalan ve hatiye derxistin astang bike û got, tecrîd li ser tevahî cîhanê xeter e.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pi9Xlb-yuXk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>