'Tirkiye hewl dide li herêmên ku dagir kirine, taybetmendiyên Kurd tune bike'

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî Beha El-Ewam têkildarî polîtîkayên tirkkirinê li herêmên dagirkirî got: "Tirkiye herêmên dagirkirî tirk dike, da ku bi demê re bike beşek ji wîlayetên başûrê Tirkiyê û taybetmendiyên Kurd lê tune bike."

'Tirkiye hewl dide li herêmên ku dagir kirine, taybetmendiyên Kurd tune bike'
11 îlon, 2021   05:27
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Osmaniyan 400 salan welatên ereban dagir kiribûn, sûc û binpêkirinên herî hov li van welatan pêk dinanî û gelek kes jê koçber kirin.

Dîroknasê misirî yê nûjen Mihemed Îbn Îyas El-Henefî li ser van binpêkirinan di pirtûkeke xwe de dibêje "Pêngavên koçberkirinê ku osmaniyan di wê demê de pêk anîn, anku di dema dagirkirina Misirê de  ku ji aliyê Sultan Selîmê yekemîn ve hatin kirin ziyan gihandin niştecihên Medîna Minewera ya girava erebî û demografiya wê guhert. Di encamê de şênî neçar man ku giha bixwin, ji ber ku xwarin tunebû. Karesateke komî ya bi darê zorê çêbû ku li Hîcazê bi navê "Seferbelek" dihat nasîn. Sûcên herî hovane li Medîna Minewera hatin kirin, leşkerên Fexrî Paşa digirtin ser malên ewle, derî dişkenandin, malbat ji hev qut dikirin, bê rehm jin û zarok li ser rêyan direvandin, wan bi hev re an cûda cûda li tirênan siwar dikirin û piştî rêwîteiyeke dirêj ji îşkenceyan ew li Tirkiyê, Urdin û Sûriyê de davêtin."

Erdogan bi pêkanîna heman sûcan niha hewl dide mîrateya Osmanî vegerîne. Ji wan sûcan; guhertina demografiya herêmên dagirkirî, bi taybet herêmên kurdan, wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Erdogan di encamên êrişên dagirkirî de niştecihên wan herêman koçber bikin û çeteyên sûrî li malên wan bi cih kirin. Her wiha bi navê "Hikumeta demkî" siyasetên xwe li ser gelê sûriyan ferz dike.

Li aliyekî din bi ferzkirina zimanê tirkî li dibistan û zanîngeh siyasetên tirkkirinê ferz bike û nasnameya herêmê biguhere.

Li ser mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku rêveberiya "Zanîngeha Ezazê" ya girêdayî "Hikumeta Demkî" di sala nû de beşên nû mîna fakulteya ragihandinê û zimanê tirkî derbasî zanîngehê kiriye.

Li gorî qanûnên navneteweyê û belgeyên Neteweyên Yekbûyî mafê Tirkiyê nine ku derbarê herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine de biryaran bide.

Çavdêr diyar dikin ku biryara derbaskirina beşê zimanê tirkî li zanîngehên li herêmên dagirkirî ne ji aliyê "Rêveberiya Zanîngeha Ezazê" ve hatiye standin. Lê desthilata dewleta Tirk ew neçar kirin ku zimanê tirkî derbasî zanîngehên wan bibin.

Li ser vê yekê rojnamevan û şîrovekarê siyasî Beha El-Ewam got: "Hikumeta demkî ajnîdeyên îdarî yên Tirkiyê li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî pêk tîne, tam mîna ku îtîlaf ajnîdeyên wê yên siyasî û cebhet El-Nûsra ajnîdeyên wê yên leşkerî pêk tînin."

'DIXWAZIN RENGÊ KURDÎTIYÊ TUNE BIKIN'

Derbarê guhertina demografîk de, nûnerê daîmî yê Sûriyê li gel Neteweyên Yekbûyî Besam Sebax wiha got: "Rejîma Erdogan destekdayîna rêxistinên terorîst di kiryarên wan ên tirkkirinê li herêmên bakur û bakurê rojavayê Sûriyê de didomîne."

Sebax di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya roja Îna borî de got: "Rejîma serokê Tirk kiryarên tirkkirinê li herêmên ku dagirkirine berdewam dike, bi vê yekê hewl dide nasnameya niştimanî ya sûrî biçewisîne. Ev yek bi rêya guhertina demografîk û rêveberî, desteserkirina erdan, lêkirina dîwar, guhertina navên rê û qadên giştî bi navên tirkî û osmanî tê kirin."

Rojnamevan El-Ewam bal kişand ser armancên dewleta Tirk a dagirker ji tirkkirina herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine û got: "Siyasetên Tirkiyê di çarçoveya armancên dû dirêj ên ji bo mayîna wê li bakurê Sûriyê de pêk tên. Enqere herêmên ku dest danîne ser tirk dike da ku bi demê re veguhere beşek ji wîlayet an jî wîlayetên Tirkiyê yên başûr. Lê heger Tirkiyê neçar mane ku ji van herêman vekişe jî dê demografiya wan bi temamî guhertibe û tu taybetmendiyên kurd lê tunebin."

'PENABER Û ÇETE KAXEZ DI DESTÊ TIRKIYÊ DE NE'

Rojnamvan û şîrovekarê siyasî têkildarî encam û bandorên siyasetên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî wiha got: "Mayîna erdîngariya Sûriyê parçekirî di navbera Îran, Amerîka û Rûsya de, heye asteke dirêj gefê li yekitiya dewletê dixwe. Ev xeterî bi derengxistina çareserkirina aloziya Sûriyê re zêde dibe. Derengxistina çareseriyê bi rengekî esasî girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ye. Ji ber ku Amerîka bi sedemên girêdayî hesabên wê li herêmê û cîhanê çareserkirinê dereng dixîne, ne ji ber ku şerê terorê dike an jî bi pêkanîna xeyalen sûriyan di guhertina rejîma Beşar Esed de mijul e."

'JI BER BERJEWENDIYÊN XWE ÇAVÊ XWE JI SÛCÊN TIRKIYÊ RE GIRTÎ NE'

El-Ewam bi domdarî got: "Geşedanên li Sûriyê li ber çav û guhên Ewropayê rû didin, kilîtên çareserkirina aloziya Sûriyê ne di destê wan de ye û amûrên sererastkirina nêzîkatiyên li herêmên ku serwer kirine ne li gel wan in. Her wiha ne di bala wan de ye ku ji bo xatirê çavê kurdan an jî tevahî sûriyan li hemberî tirkan rabe."

Li ser sedemên bêdengiya dewletên Ewropayê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî rojnamvan û şîrovekarê siyasî Beha El-Ewam got: "Dewletên Ewropaya gelek girêdanên xwe bi Tirkiyê re wekî şirîk di NATO'yê de hene. Tirkiyê nehêle ku penaber ber bi Ewropayê ve derkevin. Ev sedem têrê dike ku Ewropayê çavê xwe li siyasetên tirkkirinê yên li bakurê Sûriyê bigire."

ANHA