Li gundewarên Idlibê mayînek teqiya; 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Li ser rêya bakurê Idlibê mayînek bi hêzên dagirkeriya Tirk ve teqiya û di encamê de 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

Li gundewarên Idlibê mayînek teqiya; 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin
11 îlon, 2021   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) ragihand ku mayînek bi erebeyên dewleta Tirk li ser rêya Idlib- Binş a bakurê Idlibê teqiya û di encamê de 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin. Her wiha agahî hene ku kuştiyek din heye.

SOHR'ê destnîşan kir ku koma ''Siriyet Ensar Ebî Bekir El-Sidîq" ev êriş girte ser xwe.

 (dm)