'Penaberî ne çareserî ye, yekitiya gelan û parastina destkeftiyan girîng e'

Endama Akademiya Şehîd Luqman, Fatima Ebdullah bal kişand ser xeteriyên penaberiyê û piştrast kir ku penaberî jiyaneke kole dide mirovan. Fatima bang li ciwanan kir dev ji ax, çand, dîrok û nasnameya xwe bernedin û destkeftiyên herêmê biparêzin.

'Penaberî ne çareserî ye, yekitiya gelan û parastina destkeftiyan girîng e'
11 îlon, 2021   02:09
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Li seranserê cîhanê û li herêmê di demên dawîn de penaberî zêde bûye. Nexasim di nava ciwanan de ku bi dehan ji wan tevî xeteriya heyî jî, dikevin ser rêyên penaberiyê. Mirovên ku penbar dibin ji war, çand û zimanê xwe dûr dikevin û bi asîmîlasyonê re rû bi rû dimînin.       

Helbet, di rêya penaberiyê de rastî gelek astengiyan tên, nexasim di kampan de rastî bûyerên nijîadperestî, tundî û şewatê tên, hinek jî ji ber rewşa derûnî ya xirab neçarî xwekuştinê dibin.

Endama Akademiya Şehîd Luqman a Civaka Demokratîk Fatima Ebdullah ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ji bo jiyaneke bi ewle di civaka xwezayî de jî koçberî û penaberî çêdibû û bi demê re ev xwestek dewam kir û wiha dewam kir: “Dema di civakê de çîn derketin, bi wê re desthildarî jî çêbû. Bi wê yekê çînên xizan ên civakê zirar dîtin û koçberî wekî rêya xilasiyê hilbijartin. Her wiha gelek sedemên din ên aborî, siyasî û jiyanî yên penaberiyê hene.”

Fatima daxuyand ku penaberî bi avabûna modernîteya kapîtalîzmê re çêbû û civak dûrî jiyana xwezayî ket û wiha lê zêde kir: “Bi mebesta gundan, erd ji gundiyan hatin standin, dest bi avakirina bajaran hat kirin da ku çanda civakan ji holê rakin.”

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) ya sala 2020`an, “li seranserî cîhanê hejmara penaberan nêzî 281 milyon kes e. Ji salên 2000 heta 2020`an hejmar penaberan du qat zêde bûye û her ku diçe zêdetir dibe.”

'LI BAKUR Û BAŞÛR JI BER ZEXTÊN HIKUMETÊ XELK PENABER DIBE'

Fatima destnîşan kir ku zexta dewletan li ser civakê yek ji sedemên penaberiyê ye, mînaka wê li Bakurê Kurdistanê ji ber zextên hikumeta Tirk li civaka Kurd, gel ji warê xwe dûr dikevin û wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê jî heman rewş e, ger hikumeta Başûr rê li pêşiya dewleta Tirk venekiriba îro bi dehan ciwan Başûrê Kurdistanê penaber nedibûn.”

Li Başûrê Kurdistanê ciwan ji ber siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) penaber dibin. Di 24`ê Tebaxê de komeke ciwanan ên ji Başûr derketin, di rê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Ezazê hatin girtin.

Fatima bal kişand ser xeteriya penaberiyê li ser jinan jî û diyar kir ku di rêya penaberiyê de jin rastî gelek kiryar û bûyerên neexlaqî tên. Fatima bang li jinan kir ku xwe radestî van siyasetan nekin.

Di sala 2016`an de Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi sernavê “qaçaxçîtiya mirovan” raporek belav kir. Li gorî raporê, li Başûrê Kurdistanê bi destê saziyên ewlehiyê yên hikumetê bazirganiya bi jin û keçên penaber yên sûrî û iraqî hatibû kirin.

'PENABERÎ JIYANEKE KOLE DIDE MIROV'

Fatima îşaret bi siyasetên penaberiyê yên ku dewlet dimeşînin û got: “Têkiliyên hemû dewletan li ser rêya penabertiyê hene, di nava deryayan de penaber bi zanabûn tên xeniqandin. Ne tiştekî normal û tesaduf e, ev yek li gorî siyaseteke sîstematîk pêk tê.”

Li gorî Rêxistina Penaberiyê ya Navdewletî, di 6 mehên destpêkê yên 2021`an de li seranserê cîhanê nêzî hezar û 146 penaber di deryayan de xeniqîn. Her wiha hate gotin ku li gorî sala 2020`an daneyên di 2021`an de hatine dayîn duqatî zêdetir bûn û her ku diçe hejmar zêdetir dibe.

Endama Akademiya Şehîd Luqman a Civaka Demokratîk Fatima Ebdullah da zanîn ku dema mirov ji welatê xwe der dikeve, di bin bandora dewlata ku lê dijî de dimîne û maf, pîşe, çand û zimanê wî jê tê standin, anku rû bi rûyî jiyana koletiyê dimîne.

'PENABERÎ NE ÇARESERÎ YE.. YEKITIYA GELAN Û PARASTINA DESTKEFTIYAN GIRÎNG E'

Fatima bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li axa welat û wiha diyar kir: “Azadî bi hêsanî nayê bidestxistin, divê firsenda ku Şoreşa Rojava xistiye destê civakê de neyê windakirin. Ji ber vê yekê divê civaka Rojava destkeftiyên xwe biparêze, helbet di şoreşan de gel rastî şert û mercên zehmet, astengî û kêmasiyan tên, lê belê divê gelên li herêmê bibin yek û bi berxwedanê ber bi serfiraziyê biçe.”

Endama Akademiya Şehîd Luqman, Fatima Ebdullah bi taybet bang li ciwanan kir ku rola herî mezin di şoreşê de bilîzin, ji ber ku ew dînamîka civakê ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ciwan pêşeroja civakan in. Divê xwe bi awayekî birêxistinkirî li ber xwe bidin û têbikoşin. Divê ciwan xwe dev ji ax, çand û zimanê xwe bernedin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JWNfIf9mN1c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>