​​​​​​​Jineke ji Xezayê bi projeya qendîlên mêşan adetên paşverû derbas kirin

Jina bi navê Semer El-Ba her sibeh diçe ser zeviyê da ku li kewarên xwe binêre. Beriya demekê karê wê di kewarê de xewnek bû. Semer li hemberî urf û adet, bêkarî û xizaniya li Xezayê sekinî.

​​​​​​​Jineke ji Xezayê bi projeya qendîlên mêşan adetên paşverû derbas kirin
10 îlon, 2021   08:26
XEZA-UMER MUSA

Beriya 14 salan, Semer El-Ba bi bavê xwe re diçû ser zeviya xwe ya nêzî sînorê rojhilatê Xezayê. Semer got bavê wê xeyal dikir ku di nava zeviyê xwe de kewarên mêşan çêke. Piştre gav bi gav dest bi pêkanîna xewna xwe kir lê sala 2006`an di êrişeke artêşa Îsralê de hat kuştin.

Semer wiha gotina xwe temam kir: "Xewna bavê min û dîmenên ku dema pê re diçûm kar, di bîran min de zindî ne. Sala 2013`yan ez ji Zanîngeha Qudsê beşa perwerdeyê derçûm. Dema min xwendina xwe qedand, derfet tune bû ku dest bi karê xwe bikim, ji ber ku derfetên kar li vî welatî pir kêm in."

Semer da zanîn ku fikira avakirina proje û xewna bavê xwe ya avakirina kewarên mêşan li mezreya wan, bala wê kişandiye. Semer diyar kir ku du armancên wê hebûn, ya yekemîn; peydakirina jêderekê ji bo peydakirina debara malbatê û ya duyemîn; pêkanîna xewna bavê xwe.

Semer El-Ba ya 30 salî, got dema wê biryar da ku dest bi projeya qendîlan bike, bi urf û adetên civakê yên paşverû re rû bi rû maye ku di hin aliyan de rola jinan sînordar dikin.

Semer destnîşan kir dema ev proje pêşniyar kiriye, yekser jê re dihat gotin ku ev karekî taybet ê mêran e. Lê dîsa jî ji ber ku Semer El-Ba bi israr û ji xwe bawer bû, hemû astengî derbas kirin û di vî warî de wiha got: "Jin dikarin di hemû waran de, heta di şert û mercên dijwar ên Xezayê de jî bixebitin."

ꞌDESTPÊKIRINA PROJEYÊꞌ

Ji astengiyên ku Semer pê re rû bi rû mane; fînanseya pêwîst da ku dest bi projeyê bike tune bû, ji ber ku di êrişa Îsraîlê de bavê wê hat kuştin û qendîlên mêşan wêran bûbûn.

Piştî ked û xebatê, saziyeke cîhanî piştgiriya Semer kir û bi 24 qendîlan Semer dest bi projeya xwe kir. Piştre jî projeya xwe berfireh kir û bû xwedî 60 şaneyan.

Da ku projeya Semer bi ser bikeve û berhemên mêşan xwedî kalîteyeke baş be, tenê gul didan mêşên xwe, berovajî hin xwediyên qendîlan ku şekir li hingiv zêde dikin. Di heman demê de Semer bi armanca pêkanîna hedefa xwe, zembur (zeter), rihan û pûng çandin da ku mêş jê bixwin.

Semer El-Ba wiha domand: "Di her gavekê de bavê min tê bîra min. Ji ber ku ew mamosteyê min ê yekem bû, di kontrolkirina şaneyên hingiv de ez gav bi gav pê re bûm, xwezî sax bûya, dê gelekî bi projeya min kêfxweş bûya, nexasim ku ez yekemîn jin im ku li Xezayê mêşan xwedî dikim."

Mezre li rojhilatê Bêt Hanûn a bakurê Xezayê ye ku 300 metreyan dûrî sînor e. Ev jî herêmeke pir xeter e, dem bi dem ji aliyê hêzên Îsraîlê yên li ser sînor ve tê topbarankirin.

Semer diyar kir ku ew bi fikar e ku projeya wê rastî topbaranê were. Li gorî Semer kewarên mêşan ji şerê dawî yê li Xezayê filitî lê hinek zirar gihaştinê. Semer El-Ba got: “Hin caran rewş metirsîdar e, lê çare çi ye? Nabe ku ez dev ji proje û pîşeya xwe berdim.”

Semer hin zehmetiyên din jî dikişîne, jê ambargoya ku ji beriya 15 salan ve Îsraîlê li ser Xezayê ferz kiriye ku di encama wê de nikare hewcedariyên projeya qendîlan derbasî bajêr bike û ev yek jî rê li pêşiya pêşxistina projeyê digire.

(eh)

ANHA