​​​​​​​Ji ber ambargo û kêmkirina ava Firatê, berhemdariya pembo li herêmê kêm dibe

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî genim, pembo ji girîngtirîn berhema çandiyê ye. Ji girîngiya vê berhemê navê ‘zêrê spî’ lê tê kirin. Lê belê ji ber ambargoyê û kêmkirina ava Firatê bi destê dewleta Tirk a dagirker, miqdara berhemdariyê kêm dibe.

​​​​​​​Ji ber ambargo û kêmkirina ava Firatê, berhemdariya pembo li herêmê kêm dibe
10 îlon, 2021   07:35
REQA - XALID CUMA

Sal bi sal rêjeya çandina pembo li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm dibe. Ji cotkaran re pembo yek ji berhemên stratejîk e, ji ber ku derfetên kar ji hezaran welatiyan re dabîn dike. Lê li herêma Firatê ji ber kêmbûna rêjeya avê çandina wê pir kêm bûye.

Li gorî Desteya Aborî û Çandiyê, rêjeya çandina pempo îsal derdora 30 hezar hektar e, lê par 37 hezar hektar bû.

Li herêma Cizîrê, piştî mewsimeke ziwa û telefbûna rêjeyeke mezin a genim û ceh, cotkaran îsal careke din pembo çand û rûbereke berfireh jê re veqetand. Li kantona Qamişloyê zêdetirî 80 hezar donim pembo hate çandin.

ꞌKÊMKIRINA RÊJEYA AVA FIRATÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI ÇANDINIYA PEMBO KIRꞌ

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber gelek sedeman bandoeke neyînî li kêmbûna rûbera çandina pembo bû, lê ya herî zêde bandor lê kir; kêmkirina rêjeya ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Wekî ku tê zanîn jî pembo yek ji wan berheman ku bi kêmanî pêwîstiya wê bi zêdetirî 12 avdanan heye, da ku mewsima wê bi ser bikeve.

Gelek cotkaran piştrast kir ku di serî de kêmkirina rêjeya ava Firatê hişt ku gelek cotkar îsal pembo neçînin, di heman demê de bihabûna nirxê semadê jî sedemek bû.

Cotkarê bi navê Îbrahîm Hesen ê ji gundewarê Reqayê axivî û got: "Ava Firatê pir hindik e û li gundewarê rojhilatê Reqayê bandor li rêjeya çandiniyê kir, hin zeviyên ku bi pembo hatibû çandin, hişk e û av nagihêje wê ji ber ku rêjeya avê kêm e."

Hesen ev li gotina xwe zêde kir: "Li herêmê miqdara berhema îsal ji bo her donimekî nezêdetirî 200 kg ye, semad pir bihaye û em nikarin bikirin, pembo jî bêyî semadê bi ser nakeve û li gorî ku tê xwestin dê berhemê nede."

Cotkarê bi navê Elî El-Îsa diyar kir ku îsal pileyên germahiyê bandoreke mezin li pembo kir û destpêka mewsimê ji sedî 80 ji kalîteya xwe wenda kir, ji lewma hêviyên cotkaran şikestin.

ꞌNIRXÊ HATIYE DIYARKIRIN HINDIK Eꞌ

Têkildarî bihaya ku Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kiriye, El-Îsa ev nirxandin kir: "Li hemberî berhema îsal, nirx hindik e û têra hemû lêçûna ku cotkar lê dide nake, ji ber ku 200 kg ji bo donimekî têra lêçûna ku îsal cotkaran xerc kirine nake."

Desteya Aborî û Çandiyê di biryarnameyeke xwe de ragihand ku kirîna pembo bi hezar û 950 lîreyên Sûriyê ye û ev jî li gorî asta başbûn û nebaşbûna pembo dimîne. Desteyê bi biryarnameyekê piştrast kir ku ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên hemû cotkaran bikire.

Desteyê destpêka mewsimê zêdetirî 20 ton tov li cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir û her kîloyek bi hezar û 200 lîreyên Sûriyê firot.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo jî got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên stratejîk hene, jê genim, garis, ceh, pembo û wekî din, ji hêla girîngiyê ve piştî genim pembo tê."

Barûdo destnîşan kir ku ew ê îsal Desteya Aborî û Çandiniyê berhema pembo li gorî nirxê hatiye diyarkirin, ji cotkaran bikire.

‘4 NAVEND JI BO WERGIRTINA PEMBO HATINE DIYARKIRIN’

Barûdo diyar kir ku Desteya Aborî û Çandiniyê bi 35 mehlecên li bajarê Reqayê li hev kiriye, ji ber ku rêjeya herî zêde ya çandina pembo lê heye.

Selman Barûdo piştrast kir ku navendên wergirtina pembo amade ne ku berheman wergirin û kadroyên feniyê yên ku dê berhemê wergirin jî, li hemû herêman amade ne.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 navend ji bo wergirtina pembo veqetandine. 2 li Reqayê ne; navenda Şinîne û navenda Kibiş, navendek li Dêrazorê û navendek li Hesekê.

Barûdo destnîşan kir ku ew ê piştgiriya kargeha zeytê ya li herêma Cizîrê bikin û wiha dewam kir: "Em ê tovên pembo bidin kargehê da ku zeytê jê derxin, di heman demê de em ê sûdê ji bermahiyên tovên pembo wergirin da ku êmê sewalan jê çêkin."

‘AMBARGOYA ABORÎ Û ŞERÊ AVÊ BANDOR LI TEHAVIYA BERHEMAN KIRꞌ

Barûdo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em her tim piştgiriya çandiniyê dikin, lê ambargoya aborî ya ku li ser herêmê hatiye ferzkirin û şerê avê ku dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dide meşandin, bandoreke giran li berhemên çandiniyê kir."

Rêjeya berhema pembo ya îsal li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ya herî kêm bû, li vir jî pirsa ku tevahiya cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe dikin, ew e ku heta kengî dê dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê kêm bike û heta kengî dê hikumetên Iraq û Sûriyê li hemberî karaseta ku ji ber kêmbûna avê rû dide, bê deng bin?

(eh)

ANHA